Gelê Cizîrê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo meşiyan
Xelkê bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Girkê Legê, Çilaxa û Zirganê bi 2 meşên cuda daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.
Xelkê bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Girkê Legê, Çilaxa û Zirganê bi 2 meşên cuda daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.
Li bajarên Dirbêsiyê û Girkê Legê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşên girseyî hatin lidarxistin. Meşa li Girkê Legê ya ku xelkê bajarên Dêrik û Çilaxa tev lê bûne, ji Qada Şehdî Xebat dest pê kir û li tevahî kolanên sereke geriya. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û diruşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
Li sûka navendî, meş veguherî çalakiya protestoyî. Li wir rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Cizîrê Mihemed Ebdurehîm axivî û got daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo temsîla vîna gelan a aştî û demokrasiyê dike.
Meşa Dirbêsiyê jî ya ku xelkê bajarên Til Temir û Zirganê beşdar bûn, ji Çerxerêya Serêkaniyê ber bi navenda bajarê ve dest pê kir. Li wir veguherî mitîngê, endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDˊê Aldar Xelîl axivî û diyar kir ku tevahî beşdar di bin dirûşma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de hazir bûne. Xelîl destnîşan kir ku Rêber Apo jiyana xwe di oxira azadî û demokrasiyê de terxan kir.
Xelîl anî ziman ku Rêber Apo ji 27 salan ve di girtîgehê de têdikoşe û temsîla hêviya gelên li tevahî cîhanê û parçeyên Kurdistanê dike. Fikir û felsefeya wî bingeha avakirina neteweya demokratîk in.
Di dawiyê de Aldar Xelîl destnîşan kir ku felsefeya Rêber Apo têgehên jiyana azad û azadiya jinê xurt kir. Gelê herêmê li gorî fikir û felsefeya wî berxwedanê didomîne.
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bûn.