Rapora Neteweyên Yekbûyî: Xisara şerê li Lubnanê 1,38 milyar dolar derbas kir
Di şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de ku ji meha Adarê û vir ve diqewime, êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bûn sedema xisareke giran.
Di şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de ku ji meha Adarê û vir ve diqewime, êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bûn sedema xisareke giran.
Di şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de ku ji destpêka Adarê û vir ve dewam dike, asta xisara ku şer da Lubnanê diyar bû.
NÊZÎ 12 HEZAR AVAHÎ BI TEMAMÎ HILWEŞIYAN
Li gorî daxuyaniya hevpar a Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (PNUD) û Konseya Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî (CNRS) li başûrê welêt 11 hezar û 95 avahî bi temamî hilweşiyan.
Di raporê de hate gotin, hilweşînê bandora yekser li 17 hear û 891 avahiyan kiriye û ji hin aliyan ve xisar li 2 hezar û 242 avahiyan bûye.
MALIYETA XISARÊ 1,38 MILYAR DOLAR E
Li gorî rapora "nirxandina bi lez" de ku li gorî dîmenên peykê yên navbera dawiya Nîsanê û Cotmeha 2025'an hate kirin, xisara madî ya şer nêzî 1,38 milyar dolar (1,2 milyar Euro) ye.
ZÊDEYÎ 4 HEZAR KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN, MILYONEK MIROV JI CIH Û WARÊ XWE BÛN
Li gorî rayedarên Lubnanî, di şer de ji meha Adarê û vir ve herî kêm 4 hezar û 100 kesî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ji ber şer zêdeyî milyonek mirovî ji neçarî cih û warê xwe terikandin.
Pispor dibêjin piştî bidawî bûna şer, pêvajoya jinûve avabûnê dibe ku bi salan dewam bike û pêwîstî bi alîkariya berfireh a navneteweyî heye.