Li Fransayê germa zêde: Di nava sê rojan de nêzî 20 kes fetisîn

Li Fransayê germa zêde ku di asta rekorê de ye encamên giran bi xwe re tîne. Wezîra Sporê Marina Ferrari diyar kir ku ji destpêka dawiya hefteyê û vir ve nêzî 20 kes fetisîn.

Wezîra Sporê ya Fransayê Marina Ferrari daxuyanî da radyoya France Interê û diyar kir ku ji destpêka dawiya hefteyê û vir ve li seranserê welêt 20 kes fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.

Marina Ferrari anî ziman ku hejmar hîn zelal nebûye, rayedar bûyerên xeniqînê ji nêz ve dişopînin. Wezîr diyar kir ku bi taybetî ji ber germê mirov ji bo xwe hênik bikin dikevin herêmên bê kontrol û ev yek jî dibe sedema metirsiyên cidî.

Berdevkê Parastina Sivîl jî roja Duşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku dawiya hefteyê herî kêm 13 kes xeniqîn.

ASTA GERMÊ DIGIHÊJE 44 PILEYÎ

Pêla germahiya zêde ya li Fransayê roja Sêşemê heta bi bakurrojavayê welêt belav bû. Zêdeyî nîvê welêt di asta alarma sor de ye. Ev rewş weke hişyariyeke germê ya heta niha di dîroka Fransayê de nehatiye dîtin tê şîrovekirin.

Li gorî pisporên meteorolojiyê li hin herêman dibe ku germahî di ser 40 pileyî re be. Bi taybetî tê texmînkirin ku li herêmên Centre-Val de Loire, Île-de-France, Bourgogne û Geliyê Rhône'yê bigihêje heta 42 pileyî.

Li gorî texmînan wê germahî li Parîsê bibe 41, li Rennesê bibe 42, li Bordeauxê bibe 43 û li Nantesê jî bigihêje 44'an. Bi vî rengî germahiya zêde wê li rojava û navenda welêt bandorê li herêmeke berfireh bike.