Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê, bûyerên di rojevê de nirxand.
Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li dijî çepgiran da ku naveda wê Enqerê bû û heta niha 209 kes hatin binçav kirin û got: “Beriya civîna NATO'yê binçavkirina bi sedan kesan li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku civîneke NATO'yê pêk tê, Tirkiyeyê hemû dorpêç kirin e. Ji bo NATO bi rehetî civînê bike di seatên sibêhê de bi sedan kes hatin binçavkirin. NATO li ser navê emperyalîzmê li herême li gorî berjewendiyên xwe şer derdixe. Sosyalîst û şoreşger jî li dijî vê yekê îtîraz dikin. Ji ber vê îtîrazê hatin binçavkirin lê ew îtîraz bi binçavkirinê nayê bêdengkirin. Divê kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.”
Tulay Hatîmogûllari di dewama axaftina xwe de ji ber wefata rojnamevan Bayram Balci sersaxî ji Çapemeniya Azad re xwest û got: “Bayram Balci hevrêyê Apê Mûsa bû. Salên dirêj di Çapemeniya Azad de kedeke mezin da. Serê gelê Kurd û Çapemeniya Azad sax be.”
Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku ew di meha Muharemê ku ji bo Elewiyan meheke taybet e de ne û wiha got: “Meha Muharemê ji Kerbelayê vir ve li dijî zilimkaran li cem kesên rastî zilme tên e. Meha Muharemê ya hemû Elewiyan pîroz be.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku wê li Girtîgeha Sîncanê bi girtiyên ji doza kumpasê ya Kobanê dilgirtînê re hevdîtin pêk aniye û wiha pê de çû: “Tevî hevalên me bi salane di girtîgehê de ne jî di têkoşînê de bi biryar in. Hevalên me jî girîngiya têkoşîna sosyalîst û welatparêz destnîşan kirin. Hemû hevalên me yên di girtîgehê de sepanên desthilatê qebûl nakin û li dijî van sepanan berxwedana xwe didomînin. Ayşe Gokkan ku me pê re hevdîtin kir 19 sal ceza lê hate birÎn. Em li aliyekî pêvajoyeke aştiyê bi rê ve dibin lê li aliyê din jî ceza li hevalên me dibirin. Ev ceza û 19 sal cezayê li Ayşe Gokkan hate birîn, nayê qebûlkirin. Her wiha derbarê doza Kobanê de biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî hene. Em li vir bang dikin ku demildest biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk were û girtiyên siyasî bên berdan. Em ji hemû girtiyên siyasî re silavên xwe dişinin û dibêjin heta hûn werin berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser şer û êrişên li cîhanê û herêmê diqewimin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şer û pêvçûn li cîhanê zêde dibe. Burjuvazî, di vê serdemê de nirxên xwe yên demokrasî û hiqûqê jî binpê dike. Ji bo berjewendiyên aborî kî bi hêz be êrişan dike. Di vir de sermayedar tenê bi ser dikevin lê gel winda dike. Li dijî vê yekê ji bilî têkoşîneke hevpar a enternasyonalîst tu rêyeke me tune ye. Di serdemeke ku Amerîka û Îran hevdîtinan dikin de Îsraîl êrişên li ser Lubnanê didomîne. Heta niha 4 hezar welatiyên Lubnanê jiyana xwe ji dest dane û bi ser milyoneke welatî neçarî koçberiyê bûne. Divê êrişên li ser Lubnanê jî bi dawî bibin. Her wiha yek jî pirsgirêka dagirkeriya li ser Filîstînê heye. Divê dagirkeriya li ser Filîstinê bi dawî bibe û aştî û wekhevî li Rojhilata Navîn pêk were. Weke gelen herêmê em ji şer westiyan û pêdiviya me bi aştiyê heye. Em bang li dewleta Îranê dikin ku piştî van mudaxaleyan û êrişan divê aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne û mafên gelê Kurd, Belûç û hemû gelan pêk bîne. Her wiha divê maf û azadiya jinan jî bê naskirin. Divê dewleta Îranê guh bide daxwazên gel û zextên li ser welatiyên Îranê bi dawî bikin. Kurd daxilî şer nebûn û berjewendiya gelan esas girtin. Helwesta gelê Kurd şênber e; Li Tirkiyeyê muxatab Enqere ye, li Îranê Tahran e, li Iraqê Baxda ye û li Sûriyeyê jî Şam e. Divê ev her çar dewlet jî guh bidin daxwazên gel û ber bi demokratîkbûyînê, çareserî û aştiya navxweyî pêk bînin. Em di şexsa Jîna Emînî de silav ji hemû jin û têkoşeran re dişinin. Silav li yên ku felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li vê herême zindî kirin be.”
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser bûyerên li herêmê û axaftina xwe wiha dewam kir: “Welatî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Ji ber kêmbûna muçeya teqawîdbûnê kesên teqawîd nikarin debara xwe bikin. Sedema birçîbûn û xizaniyê polîtîkayên desthilata AKPê ye. Ciwan ji ber betaliyê neçar dimînin derkevin dervayî welat. Sedema vê yekê polîtîkayên desthilatê ne. Mamosteyên dibistanên taybet çend roj in li Enqereyê ji bo daxwazên xwe di grava birçîbûnê de ne. Mamoste ji ber daxwazên xwe rastî êriş û binçavkirinan tên. Parlamenterên desthilatê dengên sextê di Meclîsê de bikar tînin. Yên dengên sextê bikar tînin dê çawa ji daxwazên gel dabîn bikin û pêk bînin. Em weke DEM Partiyê xizmetên fermî bê pere û bi zimanê dayikê pêşniyar dikin. Em ê li dijî xizanî û betaliyê jî bi hemû ciwanan re têkoşîna xwe bidomînin.”
Tulay Hatîmogûllari derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî wiha axivî: “Di serdemeke ku li herêmê şer û pêvçûn heye de divê Tirkiye pêşengiya aştiyeke demokratîk bike. Li herêmê gel ji me re dibêje; ‘PKKê çekên xwe şewitandin lê Tirkiyeyê tu gav neavetin’. Ji me dipirsin dibêjin, ‘Gelo dewlet pevçûne dixwaze an?’ Ev ne pirsa me ye pirsa gel e. Ev pêvajo bi gotinan nabe. Divê çarçoveya qanûnî demildest bê rojeva Meclîsê. Divê beriya meha Tîrmehê çarçoveya qanûnî were rojeva Meclîsê. Em ê helwesta, ‘negihîşt vê mehê û piştî Meclîs vebibe, em ê bînin rojevê’ qebûl nekin. Mafê kesî tune ye hêviyên gel ên aştiyê bişkîne. Li cihekî ku çek bêdeng bûbûn divê çarçoveya qanûnî bingeha demokrasî û hiqûqê xurt bike. Pêdiviya Tirkiyeyê bi tirsê tune ye bi avakirina siberojek nû heye. Weke DEM Partiyê em her tim dibêjin aştî û girîngiya aştiyê tînin ziman. Ji aliyê din ve jî ji bo aştî civakî bibe têkoşîna xwe didomînin. Aştî tenê ne bi Kurdan bi hemû gelên vî welatî pêkan e. Em di vê ferqê de ne û xebatên vê yekê didomînin. Ya ku muzakereyê xurt dike têkoşîn e.”
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew ê li Mêrsîn, Wan, Amed û Stenbolê mitîngên azadiyê li dar bixîn û wiha got: “Ji bo ev pêvajo bigihîje serkeftinê û şert û mercên azad ên sermuzakerevanê vê pêvajoyê birêz Ocalan bê başkirin, em ê daxwaz û peyamên xwe bidin. Em dev jî vê rêya xwe bernadin. Rêya me rêya aştî, edalet û demokrasiyê ye. Rêya me vekirî be.”