14 komeleyên xwecîhî têkildarî 'Mitînga Azadiyê' ya ku Wê bi dirûşma 'Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad' ji bo daxwaza Rêber Apo, di 28’ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, daxuyanî dan. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniya ku li pêşberî Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Cizîr, Qileban, Silopiya, Hezex, Elkê, Basa-Şirnexê (ŞÎVÎ-DER) hat lidarxistin de Serokê Komeleya Farqînê Cemal Dogul axivî û anî ziman ku divê pêvajo bi serkeve û hêviya gel bê xurtkirin û ev tişt got: “Mitînga ku di 28’ê Hezîranê de dê li Amedê bê lidarxistin girîng e. Divê xurt derbas bibe. Serketina vê pêvajoyê bi keda gel ve girêdayî ye. Gel çi qad xurt tev li bibin dê peyamek ewqas xurt bê dayîn. Em bang li gelê xwe dikin ku di 28’ê Hezîranê de bi xurtî beşdarî mitîngê bibin.”
Piştre Kamaç axivî û anî ziman ku “Mitînga Azadiyê” ya ku dê di 28’ê Hezîranê de bê lidarxistin hem ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hem jî ji bo dahatûya gelê Kurd girîng e û wiha axivî: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 28’ê Hezîranê de beşdarî mitînga li Qada Îstasyonê bibin. Bila gelê me were, daxwazên aştî, azadî û yekitiyê biqîtin.”
Komeleyên beşdarî daxuyaniyê bûn wiha ne: “ŞÎVÎ-DER, Bingolluler Dernegî, Mazidaglilar Dernegî, Omeryanlilar Dernegî, Midyatlilar Dernegî, Sîlvan-Farqîn Dernegî, Dîclelîler Dernegî, Kulp Zeraliler Dernegî, Kulp Tiyakslilar Dernegî, Licelîler Dernegî, Hazrolular Dernegî, Çunkugşluler Dernegî, Terkanlilar Dernegî, Şêx Seîd Dernegî.”