Fransayê roja Çarşemê bi ser hev çar caran hişyariya hewayê germ da. Li seranserê welêt ji bo 58 bajaran hişyariya asta herî bilind hate dayîn, li gel herêmên ku di bin hişyariya torincî dene jî zêdetirî ji sedî 90’ê nifûsê bi germahiyên zêde re rû bi rû mane.
Saziya Meteorolojiyê ya Fransayê (Meteo-France) diyar kir ku roja Duşemê ‘’roja herî germ’’ a ji sala 1947’an ve ye. Rêjeya nîvekî ya germahiyên li seranserê welêt gihîşt 29,8 dereceyan û ji rekorên salên 2003 û 2019’an derbas kirin.
Li herêmên rojava asta germahiyê ji 40 dereceyan derbas bûm li gelek deveran dereceya germahiyê weke 39 û 41 hatin tomarkirin.
ŞEWATÊN DARISTANAN Û PIRSGIRÊKÊN ENERJIYÊ
Jı ber germahiyên zêde li hin herêmên Fransatê şewatên daristanan çêbûn. Hate ragihandin ku ji ber germahiyên zêde û kêmbûna çavkaniyên avê hilberîna santralên nukleerê jî hatiye kêmkirin.
LI ÎTALYA Û SPANYAYÊ ALARMA SOR
Wezareta Tenduristiyê ya Îtalyayê li 16 bajaran alarma hewayê germ a sor da. Di serî de Bologna, Floransa, Milano û Torino li gelek bajaran bi rojan e germahî li ser 35 dereyan e.
Rayedaran bang kirin ku welatî di saetên nava rojê yên gelekî germ dernekevin derve, xwarinên sivik bixwin û gelekî avê vexwin.
Li Spanyayê jî saziya meteorolojiyê ya neteweyî AEMET’ê li gelek deveran hişyariya alarma sor û torincî da. Tê payîn ku li Nîvgirava Îber û Mayorkayê germahî bigihîjin 40 dereceyan.
BELÇÎKA, ELMANYA Û ÎNGILISTAN JÎ BANDOR BÛN
Li Belçîkayê yek ji sembola Brukselê Atomîûm, ji ber germahiyên zêde saetên xwe yên seredanê kêm kirin. Li Parîsê jî ji bo Mûzexaneya Louvre û Qûleya Eyfelê heman tedbîr hatin standin.
Li Elmanyayê serwîsên meteorolojiyê hişyarî dan ku dibe germahî heya 39 dereceyan bilind bibin.
Li hin herêmên Îngilistanê jî dereceyên germahiyê gihîştin astên şikandina rekoran û hate diyarkirin ku wê têkildarî cil û bergên xwendekaran hin sererastkirin werin kirin.
HEWAYÊ GERM BER BI EWROPAYÊ VE DIÇE
Pisporên meteorolojiyê diyar dikin ku pêla hewayê germ wê di rojên pêş de ber bi rojhilatê Ewropayê ve biçin. Welatên weke Hollanda, Polonya, Avûsturya, Xirvatistan û Macaristan jî li dijî germahiyên zêde amadehiyên xwe dikin.
NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ KRÎZA AVÛHEWAYÊ DUBARE DI ROJEVÊ DE NE
Pispor destnîşan dikin ku bûyerên hewayê germ ên li Ewropayê her ku diçe zêde dibin bi guherîna avûhewayê re têkildar in.
Li gorî Coprenicus a serwîsa çavdêriya avûhewayê ya Yekîtiya Ewropayê, Ewropa di pozîsyona parzemîna ku li gorî navîniya gerdûnî du qatan leztir germ dibe de ye. Tê diyarkirin ku ji ber vê yekê pêlên hewayê germ, ziwabûn û bûyerên hewayî yên derasayî wê di salên pêş de zêdetir xwe nîşan bidin.
NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ KLÎMAYÊ DUBARE ZÊDE BÛN
Germahıyên zêde bûn sedem ku bi taybetî li Fransa û Spanyayê dubare nîqaşên têkildarî zêdekirina bikaranîna klîmayê werin rojevê. Li Spanyayê bi taybetî pergalên sarkirinê yên nexweşxaneyên i bakurê welêt hatin kontrolkirinû tê nîqaşkirin bê ka binesaziya avûhewayê ya çend welatên Ewropayê li dijî pêlên hewayê germ amade ne.