"Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku di 27'ê Sibata 2025'an de ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane derî li serdemeke nû vekir. Lê belê di mijara guhertinên siyasî û qanûnî de hîn gaveke şênber nehatiye avêtin.
Pêvajoya ku di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurd ve tê meşandin û ji destpêkê ve ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve bi baldarî tê şopandin, bi qasî demokratîkbûna Tirkiyeyê ji aliyê aramiya herêmî ve jî girîng e. Gelek siyasetmedarên Ewropî vê yekê weke firsendeke dîrokî dibînin û ji bo bigihêje encameke mayinde işaretê bi gavên demokratîk dikin ku divê bêne avêtin.
Parlamentera Parlmaneta Federal a Swîsreyê Laurence Fehlmann Rielle yek ji wan kesayetan e ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne û mijar ji ANF'ê re nirxand.
'NÊZÎKATIYA DESTHILATDARIYÊ CIHÊ FIKARAN E'
Laurence Fehlmann Rielle destnîşan kir ku diyaloga rayedarên Tirk a bi Rêber Apo re ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd cihê hêviyê ye û got, "Vê pêvajoyê di heman demê de piştî demeke dirêj a ragirtina Abdullah Ocalan, ji bo azadiya wî hêviyek bi xwe re aniye. Lê belê dema ku mirov pêvajoya di ser demê re li ber çavan digirin, hingî rewşeke erênî li holê xuya nake. Weke ku min beriya niha got, ev hêviyek bû. Li ser banga Ocalan PKK'ê biryar da ku têkoşîna çekdarî biterikîne. Li gel vê yekê jî dikare bê gotin ku meqamên Tirk bersiveke erênî nedaye vê yekê û pêvajo xitimî. Ev jî cihê xemgînî û fikaran e."
'NÊZÎKATIYEKE BI WÊREKÎ'
Fehlmann Rielle diyar kir ku rageşî û atmosfera krîzê ya navneteweyî careke din bû sedem ku meseleya Kurd di asta duyemîn de bimîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Bal û berjewendî hemû çûye ser bidawîbûna şerê li Îranê û meseleya Ûkraynayê. Dawiya dawî meseleya Kurd li pişt maye. Ji ber vê yekê hîn girîng e ku îradeya gelê Kurd a ji bo terikandina çekan; di heman demê de daxwazên wan ên siyasî, daxwazên ji bo naskirina nasname û xweseriya wan bê nîqaşkirin. Helwesta Kurdan a li aliyê aştiyê, helwesteke bi wêrekî ye. Lê belê halê hazir pêvajo nîvco xuya dike."
'HEWL DIDE LI DEMÊ BELAV BIKE'
Fehlmann Rielle ragihand ku nêzîkatiya desthilatdariyê ya li pêvajoyê bi taybetî pirsa "Gelo Serokkomar Erdogan hewl dide demê bi dest bixe?" dixe hişê mirovan û got, "Gelo bi rengekî samîmî bersiv ji pêvajoyê re hate dayin, ya jî li gel ku ti pêşketin nîne qala pêvajoyê hate kirin? Em bi vê nizanin. Li aliyê din zextên li ser muxalefetê, bi taybetî jî li ser DEM Partî û CHP'ê dewam dikin. Wekî din yek ji hevrikên herî mezin ên Erdogan Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate girtin. Dema ku mirov van hemûyan dinirxînin, hingî tabloyeke cuda derdikeve holê.
Ji ber vê rewşê zehmet e ku mirov helwesta desthilatdariyê fêhm bike. Li şûna kêmkirina rageşiyê, destpêkirina pêvajoyeke demokratîkbûnê ya rasteqîn û afirandina aştiyê li Tirkiyeyê, ev helwestên zext û zordariyê hewldanên aştiyê berevajî dikin. Vê yekê tenê bi nêzîkatiya partiya desthilatdariyê ya ji bo mayina li desthilatdariyê û lawazkirina muxalefetê dikarim vebêjim."
'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ ERDOGAN DIYALOGA BI OCALAN RE QEBÛL BIKE'
Parlamenter Fehlmann Rielle destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo karibe di pêvajoyê de bi roleke çalak rabe girîng e azad bibe û bibîrxistina mînaka Nelson Mandela got, "Mandela 27 salan li girtîgehê mabû û dawiya dawî bû yek ji mîmarên bidawîbûna rejîma apartheidê. Di heman demê de li Efrîkaya Başûr zilamekî dewletê yê pêşdîtî jî derketibû holê ku hevdîtina bi Nelson Mandela re qebûl kir.
Ev mînak dibe ku di hin nuqteyan de derbasdar be. Ji ber ku Abdullah Ocallan bi heman rengî girtî ye û hîn jî li nava Kurdan fîgurekî gigrîng e ku lê tê guhdarîkirin. Banga terikandina çekan ji aliyê gel ve li ber çavan hate kirin ku ev yek jî nîşan dide, ew hîn bi bandor e.
Eger Erdogan dixwaze aştiyê bîne vî welatî, divê dirêjkirina vî destî qebûl bike û bi Kurdan re bi rastî jî tiştekî şênber ava bike. Ji bo ev bikeve meriyetê divê Erdogan diyaloga bi Ocalan re qebûl bike. Ji ber ku ev ne tenê meseleyeke ku Kurdan eleqedar dike, di heman demê de Tirkan jî eleqedar dike. Dawiya dawî demokrasî û diyalogeke rasteqîn bi jiyaneke bi hev re dibe. Mixabin em hîn gelekî dûrî vê yekê ne."
'BI HIKUMETÊ RE ÎRADE KÊM E'
Fehlmann Rielle got, tiştekî xwezayî û tê fêhmkirin e ku aliyê Kurd daxwaza qebûlkirina statuya Rêber Apo dike û got, "Divê Ocalan karibe di nava mercên wekhev de bi meqamên Tirk re muzakereyê bike. Lê belê hîn girtî ye. Ji bo karibe vê diyalogê pêk bîne pêwîstî bi îradeyekê heye. Lê bi dîtina min li nava AKP a îro ev îrade hîn ava nebûye.
Zexteke bi vî rengî divê ji civaka Tirkiyeyê bê; civak divê bêhtir ji bo demokrasiyê têbikoşe."