‘Xwedî li xeyalên me derkevin û ji jiyanê hez bikin'

Bi hezaran çîrokên ji bajarê Kobanê hene ku ku bi şefaqa komkujiyê re bibûn yek. Yek ji wan evîna Rodî û Perwînê ye. Herduyan maleke ji hêviyê dabûn avakirin.

Çanda Kurdî bi çîrokên evînê yên epîk û trajîk dewlemend e. Ev çîrok ku bi sedsalan ji aliyê dengbêjan ve hatine vegotin, ne tenê serpêhatiyên evîndaran in, lê di heman demê de neynika têkoşîna neteweyî, nakokiyên civakî û qedera gelê Kurd in. Ev çîrok bi gelemperî bi trajediyê, ku di nav civakên ku evîn ji ber astengiyên çînî, olî yan siyasî qedexe ye, diqede.

Li ser axên Kurdistanê jî bi sedan ji çîrokên ku bi mirinê an jî bi dûrbûnê dibin yek. Ew dûrbûna nepenî ku ne di xeyalê wan de bû, lê qederê ew ji wan re hilbijartibû. Dibe ku ew di bin siya darekê de bi hêviyekê ji xwe re maleke bi kulîlkan re avakirin û li ser wê malê hêviyê xwe tê de neqişan dibûn. Lê niha, ne ew mal û ne jî ew kes hene. Hêviyê wan tenê. Li ser wî dîwarî bi êşeke kûr hatiye nivîsandin ‘Xwedî li xeyalên me derkevin û ji jiyanê hez bikin’.

Dema em dibêjin evîn, di cih de Mem û Zîn, Xecê û Siyabend û Reşo û Rojdayê tên bîra me, ew çîrokên ku çêja berxwedaniyê bi qasî çêja dîtina Kurdistaneke azad heye, ew ne tenê çîrokên evînê ye, ew bi xwe çîroka neteweya bi êşe jî, di nava mirin û mayînê de, di nava girî û xeman de û heta di nava bendewariya dûr û dirêj de, li ber pencereya qederê li bendî wê roja ku dê roja hêviya wan hilê. Lê dibe ku heta niha jî ji bo wan evîndaran ew roj hilnehatiye.

Destana nûjen ya Kurdan ku bi mirinê bûn yek, tenê 20 roj têre wê evînê hat dîtin û wê şefaqê her tişt guherî û pêre jî qedera mirinê li wan hate sepandin. Çîroka Rodî û Perwînê jî weke wan çîrokên bi êş yên Kurdan e ku ew jî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê di 25’ê Hezîrana roja Komkujiya Kobanê de şehîd bûn.

Rodî ji bajarê Kobanê û Perwîn jî, ew herdu li ser xeyalê Mîr Celadet Elî Bedirxan û li ser xeyalê Ehmedê Xanî bibûn aşiqê zimanê Kurdî, wan li dibistanê wane didan xwendekaran û di odeya din de jî waneyên zimanê Kurdî jî didîtin. Di wan keftûleftan de çavê Rodî li Perwîna bedew dikeve. Ew jî hîna nizane ku herdu cîranên hev in, di Newrozê de gava ku cara duyem çavê xwe lê dikeve, di wê demê de ew dikeve taya evînê. Ew evîna ku dê bi xederê re bibe yek.

Rodî beriya şer ji ber rewşa malbata xwe ya aborî derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Piştî ku şer diqewime, Perwîn û malbata xwe jî derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê dibin û li Pirsûsê di  nava penaberiyê de cihê xwe digrin. Lê ji ber eşqa Perwînê ya zimanê Kurdî ew careke din li wir zarokan li dora xwe kom dike û weke ku ew tîp jêre bibin oksîjen ew pê re nefesa xwe derdixe. Lê di wan çaxan de jî mejiyê herdu evîndaran bi hev re bû.

Piştî rizgarkirina Kobanê herdu malbat jî vedigerin û di nava malên xwe yên ku bûne kavil de jiyana xwe didomînin. Di wê demê de jî herdu evîndar biryara zewaca xwe didin. Li aliyekî dahol, li aliyekî zirne, li aliyekî dengê tililiyan û li aliyê din jî mirineke di qurzîka wê malê de veşartî. Li dora wê govenda geriyayî, hemû rê kevir û axên şer kin. Kolan ji wan keviran mişt bibû û hatibû girtin. Daran jî wê demê ji ber kevirên di koka wan de êdî rengê avê ji bîr kiribûn. Lê ya herî xweş ew bû ku çivîkên di hêlînê de jî haya wan ji tiştekî tune bû û li wir bi wê şahiyê re bi dengên çivîkên xwe, noqdibûn.

Piştî zewaca wan 20 rojan, di berbanga havîna bi germahiya xwe dihat naskirin, nedişibiya wan berbangan, berbangeke sar bû û her kesî giyanê xwe girtibû. Di wê demê de dengên fîşekan ji wan doran her ku çû zêde bû, her kesî ji bo tirsa xwe binixumîne, ji xwe re çîrokeke derxistibûn, lê ya rast ne ew bû ku mirin nêzîkî wan dibû.

Dema ku Rodî dike ku derkeve derve, dilê Perwînê weke ku tofanek lê bibe ditirse. Dema ku Rodî bi destên xwe deriyê ku bi guleyan kunkunî bûye vedike, yekî li hemberî xwe dibîne û bi gotina “Alah û Ekber” êrîşî Rodî dike. Rodî di cihê xwe de dikeve erdê û ew çeteya dikeve hundir, Perwîn jî di salonê de sekinî û her tiştî temaşe dike. Çeteyan bi awayekî hovane li Perwînê jî dan. Çeteyan li dayika Rodî û xwîşka wî jî dan. Hemû li nava wê hewşa malê li erdê weke bizira gulekê li hev kom bibûn. Dema çete derket derve hîna Perwîn li ser hişê xwe bû û xwest cara dawî bi çavên xwe li rûyê Rodî binêre û xatirê xwe jê bixwaze.

Perwîn bû weke lavalavkekê kî nêzîkî wê bibe, dem an jî çax, an jî wê civata wan a wê êvarê ku ji ken mişt bibû. Di navbera wê û Rodî de çend gav hebûn, lê birîna xwe ya bi qasî kaniyekê jî, nikarîbû xwe bigihanda, hêstir û xwîn gihîştibûn hev, û herdu li ser rûyê wê dihat xwarê. Rêyê wê weke barana payîzê ku bi axê re dibe yek û talîzokê lê radibe bû. Xwe her diçû xuş dikir heta ku destên xwe cara dawî li ser serê Rodî re kişandibû, wê demê jî herdu xatir ji hev xwestin. Perwînê rabû û bi hemû hêza xwe rûnişt, serê Rûdî rakir û danîn ser çongên xwe û bi girî ew oxir kir. Serê wê li erdê ket û serê Rodî jî li ser çongên wê bû. Jiyan, roj, mirin, girî hemû sekinî bû û li wan temaşe dikir.
Herduyan maleke ji hêviyê dabûn avakirin, xeyalên wan avakirina pirtûkxaneyeke ji pirtûkên Kurdî bû, niha di odeya evîna wan de xeyalên wan bi cih bû û ji wan re odeya pirtûkxaneyeke pirtûkên Kurdî kirine û li ser nivîsiye “Hêviyê me jiyan bikin û ji jiyanê hez bikin”.