Kalmaz: Divê her kes beşdarî Mitînga Azadiyê bibe

Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Mûrat Kalmaz diyar kir ku ji bo Rêber Apo di nava şert û mercên azad de bixebite dê di 27-28’ê Hezîranê de ‘Mitîngên Azadiyê’ werin lidarxistin got ku divê ji her beşên civakê tevlîbûneke xurt çêbibe.

Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk li Tirkiye û Kurdistanê, dê di 27-28’ê Hezîranê de mîtîngên “Azadî ji bo Rêber Apo” bêne lidarxistin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Mûrat Kalmaz, derbarê mîtînga ku dê di 28’ê Hezîranê de li Qada Bagcilar a Stenbolê were lidarxistin de axivî û diyar kir ku azadiya Rêber Apo ji bo pêşveçûna pêvajoyê bi rengekî rast û bi tendurist girîng e.

Kalmaz da zanîn ku mîtîng dê li Kurdistanê û li rojavayê Tirkiyeyê werin lidarxistin û wiha got, "Armanca sereke ya van mîtîngan pêkanîna mafê hêviyê û azadiya Birêz Abdullah Ocalan e. Berê jî çalakiyên bi vî rengî hatine lidarxistin, lê ev mijar bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bêtir derketiye pêş.

Demek dirêj e ku gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurd daxwaza pêkanîna mafê hêviyê dikin. Ji bo ku Birêz Abdullah Ocalan di pêvajoyê de roleke çalak bilîze, pêdivî bi şert û mercên xebata azad heye. Lê belê, di vî warî de hîn gavên berbiçav nehatine avêtin.

Bi van mîtîngan re, em dixwazin hem daxwaza azadiyê bilind bikin û hem jî piştrast bikin ku pêvajo li ser bingehek qanûnî ye. Armanc ew e ku pêvajo encamên berbiçav bi dest bixe."

‘EM VÊ MÎTÎNGÊ WEKÎ HEVDÎTINEKE BI RÊBERTÎ RE DIBÎNIN’

Mûrat Kalmaz anî ziman ku Bagcilar ji ber ku herêmeke navendî ye û nifûsa Kurdan lê zêde ye, wek cihê mîtîngê hat hilbijartin û diyar kir ku ji aliyê gelê herêmê ve jî daxwazeke bi vî rengî hat kirin.

Kalmaz bal kişand ku armanca mîtîngê rasterast azadiya Rêber Apo û daxwaza “mafê hêviyê” ye û got ku komîsyonên taxan û saziyên demokratîk dest bi amadekariyan kirine. Kalmaz, ev mîtîng wekî “hevdîtineke bi Rêbertî re” binav kir û got ku ew hêvî dikin bi deh hezaran kes beşdar bibin. Her wiha got ku ev mîtîng dikare di aliyê demokratîkbûna Tirkiyeyê û gav avêtina dewletê de jî pêşveçûnek berbiçav çêbike.

‘GEL RÊBER APO WEKÎ ÎRADEYA XWE QEBÛL KIR’

Kalmaz da xuyakirin ku ev mîtîng di heman demê de îrade û daxwaza xwe diyarkirine û bibîr xist ku di Newrozan de jî bi mîlyonan kes bi dirûşmeyan, piştgirî û xwedîderketina li Rêber Apo nîşan dane.

Kalmaz got ku Rêber Apo wek muhatabê sereke yê vê pêvajoyê tê qebûlkirin û hemû beşên Tevgera Siyasî ya Kurd piştgirî didin vê pêvajoyê. Mûrat Kalmaz, anî ziman ku mîtîngên li Stenbol û Kurdistanê wê careke din nîşan bidin ku gel Rêber Apo wek rêber û nûnera xwe dibîne.

Di dawiyê de Kalmaz, bang li hemû beşên civakê kir ku beşdarî mîtîngê bibin û got ku azadiya Rêber Apo ji bo demokratîkbûn û azadbûna Tirkiyeyê girîng e.