Aleksiva: Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat

Ji Tevgera Çandê ya Laz Îrfan Aleksiva destnîaşn kir ku çareseriya meseleya Kurd ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesên pêwîstiya xwe bi demokrasiyê heye girîng e û got, "Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat."

ÎRFAN ALEKSIVA

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku têkildarî çareseriya meseleya Kurd tê meşandin di heman demê de zemînek afirand ku nasname û baweriyên ku di dema avabûna netewe dewletê ya li Tirkiyeyê de hatin tepisandin, li polîtîkayên asîmîlasyonê rast hatin, bêne vegotin. Yek ji van nasnameyan jî gelê Laz e. Ji Tevgera Çandê ya Laz Îrfan Aleksiva ji ANF'ê re qala polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî Lazan kir.

Îrfan Aleksiva yê 45 salî ku li navçeya Ardeşen a Rîzeyê ji dayik bû, anî ziman ku ew yek ji endamên nifşê dawî yê Laz e ku zimanê xwe yê dayikê Lazî destpêkê hîn bû û heta 6-7 salî bi Tirkî nizanî bû. Aleksiva anî ziman ku ji ber bi Tirkî nizanîbû li dibistana seretayî mamoste ew di polê de hişt û diyar kir ku li dibistanê timî şîret lê dihate kirin û dihate gotin, 'Bi Lazî neaxivin, nexwe devoka we, wê xera bibe'. Aleksiva ragihand ku di dibistana navîn de wî li vê rewşê pirsî û got, "Min li ser lênûskekê notên bi Lazî nivîsî û piştre pê hesiyam ku nikarim bixwînim û fêhm bikim. Hingî min fêhm kir ku hin dengên bi Lazî û dengên bi Tirkî li hev nayên. Meraqa min bi vî rengî destpê kir. Piştre li Stenbolê ku ji bo xwendina zanîngehê lê bi cih bûm, tevlî nava tevgera Laz bûm. Di nava nifşê me de zêde mirov nîne ku bi Lazî zane."

'PIŞTÎ SALA 1923'AN LI TIRKIYEYÊ TEVGERA ÇANDÊ YA LAZ HATE BÊDENGKIRIN'

Aleksiva bal kişand ser piştperdeya asîmîlasyonê û got, komele û tevgerên çandê yên Laz ku di dema dawî ya Osmanî de li Stenbol û bajarê Batûm ê Gurcistanê hebûn, bi avabûna komarê re piştî sala 1923'an li Tirkiyeyê hate bêdengkirin. Aleksiva diyar kir ku ji bo qedexekirina Lazî ji jorê ve fermanek nebe jî qdexe bi giranî bi rêya walîtî û qeymeqamiyan ve hate meşandin û got, "Wê demê propagandaya 'Endametiya ji miletekî ji bilî Tirkan wê zerarê bide yekparebûna welêt', bi vî rengî doktrîna tekperestî û neteweperestiyê dan. Ev propaganda jî bi rêya Ocaxên Tirk dihate meşandin. Ocaxên Tirk wê demê yekemcar li Trabzonê ava bûn û ferz dikirin ku axaftina bi Lazî xiyaneta li welêt e, axaftina bi Lazî divê bê qedexekirin.

Ev polîtîkayên asîmîlasyon û tepisandinê bi rengekî welê dihate meşandin ku axaftina bi Lazî weke 'cahiltî', 'gundîtî' û 'paşdemayî' dihate nîşandan, axaftina bi Tirkî jî weke statuyeke aborî, civakî, nûjen û perwerdeyî dihate destnîşankirin. Hin derdorên ku xwe rewşenbîr didîtin, xwedî li vê nêzîkatiyê derdiketin. Di vir de armanca esasî ew bû ku şoreşeke çandî ya bi tîpê Tirk ava bikin. Dema ku ev dikir jî nasnameyên din ji nedîtî ve dihatin û Tirkîtî didan pêş.

Mînak, Ocaxa Tirk a Trabzonê ew ocax bû ku li herêmê herî zêde kar dikir. Timî rayedarên dewletê serdana wê dikir û li vê ocaxê deklarasyonên cuda dihate weşandin. Di van deklarasyonan de gotinên weke 'Trabzonî Laz nîne', 'Li herêmê Laz nîne', 'Yên bi Lazî diaxivin bi esasî Tirk in' dihate bikaranîn."

Aleksiva destnîşan kir ku Laz ên li dijî polîtîkayên neteweperestiyê têdikoşiyan di dema dawî ya Osmaniyan de neçar man ku ji Tirkiyeyê koç bikin û got, piraniya yên sosyalîst çûn Yekîtiya Sowyetan û li wê derê rêxistiniyên weke Lazistan a Sor ava kirin.

Aleksiva got, lê belê piştî mirina Stalin asta têkoşînê guherî, bi demê re girîngiya xwe winda kir û anî ziman ku Laz ên li wê derê piştre bi sûcdariya 'ajanên Tirk' ber bi Sîbîryayê ve hatin koçberkirin.

'DEMA KU KOMA MUZÎKÊ YA ZÛXAŞÎ BEREPE DERKET MED TV Û BI LAZÎ STRAN GOT, BANDOR LI ME HEMÛYAN KIR'

Aleksiva anî ziman ku pêvajoya li ser meseleya Kurd kûr bû, bi derketina koma muzîkê ya Lazî Zuxaşî Berepe ya li Med TV'ê destpê kir ku ji aliyê Kazim Koyûncû û Mehmedalî Bariş Beşlî ve hatibû avakirin. Aleksiva got, "Li ser meseleya Kurd min pirtûk û gotar xwendibû. Lê belê piştî ku koma muzîkê ya Zuxaşî Berepe ya di salên 1990'î de ava bû derket televîzyona Med TV û bi Lazî stran got, vê yekê weke li hemû Lazan bandor li min jî kiribû. Wê demê derketina ser ekranê Med TV seknek bû. Di navbera Kurdan û Lazan de rewşeke bi vî rengî ya fêhmkirina ji hev hebû.

Dema ku em pê hesiyan ku çand û zimanê me yê dayikê roj bi roj dihele, hingî me fêhm kir ku hin tişt şaş in. Piştre em hîn bûn ku tiştên têne serê me, jê girantir tê serê Kurdan. Lê belê berevajî me, Kurdan li hemberî vê yekê li ber xwe dan û çand û zimanê xwe parastin. Yên me li ber xwe nedan. Ji ber ku li tevahiya Tirkiyeyê nifûsa me kêmtir bû. Li Ardeşenê ku nifûsa Lazan lê zêde ye, nifûs derdora 50 hezar kesî ye. Li seranserê Tirkiyeyê nifûsa Lazan di navbera 600 heta 700 hezar kesî de ye."

'PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YA 2013'AN KIR KU ZIMANÊ LAZÎ BÊ NASKIRIN'

Aleksiva destnîşan kir ku çareseriya bi rengekî baş a meseleya Kurd ne tenê ji bo Kurdan wê bi kêrî Lazan, komên din ên etnîkî, nasname, bawerî û hemû derdorên pêwîstiya xwe bi demokrasiyê heye, bê. Aleksiva ragihand ku weke gelê Laz wan feydeya vê yekê di pêvajoya çareseriyê ya 2013'an de dît û got, "Pêvajoya sala 2013'an a çareseriya demokratîk a meseleya Kurd kir ku zimanê Lazî ji aliyê dewletê ve bê naskirin û bi vî rengî rewa bû. Dersa Hilbijartî ya Zarava û Zimanên Sax di vê pêvajoyê de kete rojevê. Komeleyên Laz bernameyên dersê amade kir, ev jî pêşkêşî Wezareta Perwerdeyê ya Mîllî kirin. Wezareta Perwerdeyê ya Mîllî jî ji ber vê pêvajoyê neçar ma ku van qebûl bike.

Yekemcar li Tirkiyeyê li dibistanan, qet nebe li çend dibistanan zimanê Lazî weke zimanekî hilbijartî hate xwendin. Vê yekê kir ku tirsa 'axaftina bi Lazî cihê fikaran û cihêkarî ye' ya li mirovan ji holê rabe. Ya rast ev yek ji bo tevgera çandê bû şoreşek. Ji ber ku beriya niha dema ku pirsa 'Hûn çi ji dewletê dixwazin?' ji Lazan dihate pirsîn, kesî televîzyon û perwerdeya bi zimanê dayikê yê Lazî nedixwest. Daxwazeke bi vî rengî nedihat bîra kesî."

Aleksiva ragihand ku jinûve destpêkirina pêvajoya çareseriyê erênî ye û got, "Girîng e ev pêvajo civakî bibe. Ji bo vê jî divê partiyên din, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên xwecihî tevkariyê li pêvajoyê bikin. Bi taybetî divê sosyalîst bi rengekî çalak helwestê nîşan bidin.

Li herêma me sosyalîst xwedî giraniyekê ne û divê ew di vê pêvajoyê de wêrek bin. Hikumet jî divê pêvajoyê ji xwe re neke malzemeyeke siyasî û gavê biavêje."