MSD: Bêyî çareseriyeke siyasî ya berfireh krîza heyî çareser nabe

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku Sûriye niha bi krîzeke giran a aborî û jiyanê re rû bi rû ye û ev krîz li ser aramiya civakî gef e, zext û rageşiyê jî zêde dike.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî rewşa jiyanî û aborî ya li Sûriyeyê, zêdebûna xizaniyê û bilindbûna bihayê kelûpelan, nebûna xizmetguzariyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tişta îro li Sûriyeyê tê jiyan kirin ne tenê rewşeke Aborî ya giran ku dê demekê de derbas bibe, encamê siyaseta rêveberiyê ye ku ji danîna çareseriyekê girtî ye. Ve yek hişt ku Sûriyeyê li gorî berjewendiyan û paşguhkirinê bê hiştin.

Her wiha hate diyarkirin ku berdewamkirina mîna vê siyaset û hişmendiyê li beramberî civakê dê bihêle gelê Sûriyeyê berê xwe bidin penaberiyê û ev dihêle ku mijara jihevxistina civakî kûrtir bibe.

Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku dema çareseriyeke siyasî tune be, dê rewşa aborî jî baş nabe û çareserkirin. Pêwîste sazî, qanûnî ya zelal ku rê li ber gendeliyê bê girtin, ev yek jî bêyî hevkariyeke siyasî ya pratîk û misogeriya hevsengiya di nava civakê de nayê avakirin.

Li gorî vê yekê MSD`ê piştgirî da çalakiyên gel ên girêday daxwaza çareserkirina rewşa jiyanî û ya aborî li herêmê, bi van xalan bal kişand ser çareseriyê:

- Ji bo hevkariya hemû gelê Sûriyeyê di sazkirina pêşeroja Sûriyeyê, pêwîste çareseriyeke siyasî ya giştî hebe.

- Divê jinûvra saziyên dewletê dûrî hişmendiya desthildar û yeknavendî bê avakirin.

- Ji bo ku berhem û xizmetguzariyeke baş bê pêşkêşkirin, divê ji bo aboriyeke adilane siyaseteke Aborî ya zelal bê destgirtin.

- Ji bo parastina civakê pêwîste planên bi lez ên ji bo beşên civakê bê danîn.

- Divê rê li ber gendeliyê bê girtin, ev gendelî yek ji sedemên hilweşîna Aborî û sekinandina pêşketinê ye.

- Ji bo di vê qadê de pevçûn û zehmetî bên rakirin, divê çareseriyeke siyasî ya giştî û domdar bê danîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Sûriyeyê demildest bi hacetî misogerkirina jiyaneke ewle ne, derengmayîna ji bo danîna çareseriyekê dê bihêle civak û dewlet bi hev re hilweşin. Tişta ku niha pêwîst dike îradeyeke niştimanî ya giştî ye, ku bi vê yekê çarçoveya welatîbûnê û edaletê bê vegerandin, ne ku ew civakê paşguh bike. her wiha bi hacetî avakirina projeyeke niştimanî ye.