ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Ji Komîteya Amadekar Gulîz Kaya ji bo mîtînga 'Civaka demokratîk ji bo azadiyê" banga tevlîbûnê kir û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê bingehîn ê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e.

Endamê Komîteya Navendî ya EHP'ê Nehîr Sevîm nerazîbûn nîşanî operasyonên li hemberî sosyalîstan da û got, "Desthilatdariya siyasî ji eşkerebûna têkiliya wê ya bi emperyalîzmê ditirse."

Sabahat Erdogan Saritaş anî ziman ku torên narkotîk, fûhûş û qumarê yên li Kurdistanê zêde bûne parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e û got, divê têkoşîn bê mezinkirin.

Hevserokê berê yê HDP'ê yê Kadikoyê Koray Turkay ku ji ber belavkirina kovarên neqedexe hate girtin, got "Kovara Jiyana Ekolojîk ku ji bo girtina min kirin bahane, bê pirsgirêk derbasî girtîgehê hate kirin."

Destar ango du kevirên ku jiyan têre diçe û bereket jê diherike. Bi destê dayikan gelek jê tên hilberîn.