Li bakurê Japonyayê erdheja bi 7,2 pileyî
Li peravên Iwateyê yê li bakurê Japonyayê bi mezinahiya 7,2 pileyî erd hejiya û li herêmê bû sedema panîkê.
Li peravên Iwateyê yê li bakurê Japonyayê bi mezinahiya 7,2 pileyî erd hejiya û li herêmê bû sedema panîkê.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê diyar kir ku roja Pêncşemê li bakurê welêt, li peravên eyaleta Iwateyê bi mezinahiya 7,2 pileyî erd hejiya.
Hate ragihandin ku erdhej li Okyanûsa Pasîfîkê li peravên bakur ên Girava Honshuyê bi 44 kîlometreyî li binê erdê qewimî.
HIŞYARIYA TSUNAMIYÊ NEHATE KIRIN
Rayedarên Japon piştî erdhejê diyar kirin ku xeteriya tsunamiyê nîne. Berdevkê hikumetê Minoru Kihara anî ziman ku heta niha li ser windahî an jî birîndarbûna ji ber erdhejê ti agahî negirtine û karên ji bo tespîtkirina xisarê dewam dikin. Li bajarên peravî yên ku erdhejê bandor li wan kir, xisareke biçûk bû.