Du şaredar hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsînên têkildarî şaredariyên CHP'yî de Şaredarê BaLçovayê Onûr Yîgît û Şaredarê Seferîhîsarê Îsmaîl Yetîşkîn hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînên têkildarî şaredariyên CHP'yî de Şaredarê BaLçovayê Onûr Yîgît û Şaredarê Seferîhîsarê Îsmaîl Yetîşkîn hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînên têkildarî şaredariyên Balçova û Seferîhîsar ên Îzmîrê de gelek kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkriiyan de Şaredarê Balçovayê Onûr Yîgît, dayika Yîgît Meryem Yîgît, endamê Meclîsa Şaredariya Guzelbahçeyê û parlamenterê berê yê CHP'ê yê Îzmîrê Dogûş Bayir jî hene.
Her wiha di çarçoveya lêpirsîna "nelirêtiyê" ya li hemberî Şaredariya Seferîhîsarê de ku 20'ê Hezîranê hate destpêkirin, Şaredar Îsmaîl Yetîşkîn hate binçavkirin.