Trump sînyala F-35 da Erdogan: Ez ê gelekî kêfa wî bînim

Serokê DYE'yê Donald Trump li ser mijara vegera Tirkiyeyê li bernameya balafirên şer ên F-35 peyamên girîng da. Trump ji bo Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ez ê tiştekî welê bikim ku wê gelekî kêfa wî bê."

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li ser pirsa jinûve tevlîkirina Tirkiyeyê ya li bernameya balafirên şer ên F-35 bersiveke balkêş da. Trump li Qesra Spî bersiv da pirsên rojnamevanan û beriya civîna bilind a NATO'yê ya ku wê li Tirkiyeyê bê lidarxistin hin peyam da Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan.

Rojnamevanekî li ser mijara vegera Tirkiyeyê ya li bernameya F-35 pirsa "Gelo hûn ê bi paketeke mezin a diyariyê ya ji bo Erdogan biçin?" Trump ev bersiv da: "Belê, bawerim wê welê be." Trump her wiha got, "Dibe ku tiştekî welê bikim ku gelekî kêfa wî pê bê."

Trump pesnê Erdogan da û anû ziman ku malovaniya Tirkiyeyê bandor li ser biryara wî ya tevlîbûna li Civîna Bilind a NATO'yê kiriye. Trump got, "Eger civîna bilind ne li Tirkiyeyê û ne bi malovaniya Serokkomar Erdogan bihata lidarxistin, dibe ku neçûbûma."

ASTENGIYA KONGREYÊ DEWAM DIKE

Lê belê ji bo Tirkiye jinûve tevlî bernameya F-35 bibe, divê Kongreya DYE'yê erê bike. Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance ku li gel Trump bû, bi bîr xist ku ev pêvajo girêdayî mercên qanûnî ye.

Vance got, "Ev meseleyeke kongreyê ye. Ji bo Tirkiye karibe F-35'an werbigire, divê bê piştrastkirin ku li gorî qanûnên Emerîkayê ye. Hin xisûs hene ku divê bi sertîfîkayê bêne destnîşankirin."

Tirkiye, piştî ku sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê kirî di sala 2019'an de ji bernameya F-35 hatibû derxistin.

JI BO PROJEYA KAAN MOTORA DYE'YÊ DI ROJEVÊ DE YE

Li aliyê din, çavkaniyên ji Reutersê re axivîn, anîn ziman ku rêveberiya DYE'yê erêkirina firotina bi dehan motorên şer ên ji bo Tirkiyeyê nirxandiye. Motorên ku ji aliyê General Electric ve têne hilberandin, tê plankirin ku di balafira KAAN a Tirkiyeyê de bê bikaranîn.

Li gorî çavkaniyan, nirxê peymanê dibe ku 700 milyon dolarî derbas bike. Li Kongreya DYE'yê hin îtiraz hebin jî tê gotin, Washington amadekariyan dike ku pêvajoya firotinê bi lez bike.