Peymana bazirganiyê ya navbera YE û DYE'yê bi fermî hate erêkirin
27 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) peymana bazirganiyê ya bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re bi rengekî fermî erê kirin.
27 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) peymana bazirganiyê ya bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re bi rengekî fermî erê kirin.
Peyman beriya niha ji aliyê Parlamenta Ewropayê ve hatibû qebûlkirin. Lê belê parlamenteran ji bo parastina berjewendiyên aboriyê yên Ewropayê kiribûn ku in mekanîzmayên ewlekariyê lê bêne bicihkirin.
Di çarçoveya sererastkirina hate erêkirin de Yekîtiya Ewropa wê baca gumrukê ya li ser beşeke mezin a berhemên çandinî û pîşesaziyê yên ji DYE'yê dikire, rake.
Di berdêla peymana navborî de rêveberiya Washingtonê jî qebûl kir ku baca gumrukê ya zêdekirî ya li ser berhemên ji Ewropayê di asta ji sedî 15'an de bihêle.
Donald Trump îdîa kiribû ku pêvajoya erêkirinê ya Yekîtiya Ewropayê hêdî dimeşe û heta 4'ê Tîrmehê dem dabû welatên Ewropayê ku peymanê bixin meriyetê. Ev dem di heman demê de dema pîrozbahiyên salvegera 250'emîn a damezrandina DYE'yê ye.
DI SALA 2029'AN DE WÊ JINÛVE BÊ NIRXANDIN
Li peymanê her wiha xaleke "bidawîbûnê" jî hate bicihkirin. Li gorî vê yekê, eger biryareke nû ya dirêjkirinê neyê dayin, peyman wê dawiya sala 2029'an, piştî bidawîbûna dema wezîfeyê ya Donald Trump bi rengekî otomatîk bi dawî bibe.
Li aliyê din Komîsyona Ewropayê wê xwedî wê erkê be ku eger rêveberiya Trump baca zêde ya ji sedî 50'î ya li ser pola, alîmînyûm û bi sedan berhemên din heta dawiya salê raneke, wê karibe peymanê betal bike.
Bi peymanê re tê xwestin ku di têkiliyên bazirganiyê yên navbera YE û DYE'yê de astengiyên gumrukê bêne kêmkirin û hevkariya aboriyê bê xurtkirin.