Zêdeyî 75 kesên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin

Beriya civîna NATO’yê li Enqereyê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin û ji kesên hatinê binçavkirin 75 kes piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Beriya civîna NATOyê di 23yê Hezîranê de zêdetirî 200 kes di çarçoveya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 75 kes piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Endamên partiyên sosyalîst, aktivîst, rojnameger, akademîsyen û parêzerên bi hinceta ‘Propagandaya rêxistinê’ û ‘Endamtiya rêxistinê’ hatibûn binçavkirin îro kom bi kom sewqî edliyeyê tên kirin.

Ji kesên sewqî edliyeyê hatin kirin piştî îfadeyê 75 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û kar û barên îfadeyê yên binçavkiriyên din jî berdewam dike.