Baroya Colemêrgê: Di binçavkirin û girtinê de êşkence li du kesan kirin

Baroya Colemêrgê ragihand ku Salah û Resul Bimarî yên ku li navçeya Şemzînanê hatin binçavkirin û girtin, rastî êşkeneya fîzîkî û zayendî hatine û muameleya xirap li girtîgehê jî dewam dike.

Rapora şandeya ji Baroya Colemêrg, ÎHD û OHD’ê ya ku derbarê Salah û Resul Bimarî yên ku li Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê bi wan re hevdîtin kirin de amade kirin, bi raya giştî re hate parvekirin. Di raporê de hate diyarkirin ku dema her du kes di 10’ê Hezîranê de hewl didan derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin, hatine binçavkirin û di dema binçavkirinê de êşkence li wan hatiye kirin.

Serokê Baroyê Ergun Canan diyar kir ku di dema binçavkirinê de du diranên Resul Bimarî ji ber lêdanê şikestiye û rastî tundiya zayendî hatiye. Di laşên her du kesan de jî birînên cidî hatine dîtin.

Di raporê de hate gotin ku êşkence piştî girtinê jî li Girtîgeha Colemêrgê dewam kiriye. Her wiha hat diyarkirin ku hevdîtina parêzer û erkdarên noterê bi girtiyan re hatiye astengkirin û hate diyarkirin ku ev yek bûye asteng ku îdiayên êşkenceyê bên belgekirin.

Baroya Colemêrgê destnîşan kir ku êşkence û muameleya xirap teqez qedexe ye û banga lêpirsînkirina îdiayan û destpêkirina karûbaran derbarê berpirsyaran de kir.