Xelkê Hesekê ji bo azadiya Rêber Apo meşiya

Xelkê bajarê Hesekê bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û daxwaza pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Îro, bi sedan xelkê Hesekê, nûnerên ji saziyên sivîl û civakî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şeremzarkirina tecrîdê meşek girseyî li dar xist.

Meş ji Çerxerêya Kevokê ya li taxa Muftî dest pê kir. Beşdarên meşê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin hildan. Şênî li tevahî kolanan geriya û li Çerxerêya Şehîd Serhed meş veguherî mîtîngê.

Li wir, li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) endamê partiyê Hesen Koçer axivî. Koçer diyar kir ku têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan di salên ragirtina wî ya li girtîgeha Îmraliyê de rêwitiya berxwedan û fikrê ye ku bi armanca gelê Kurd bigihîne azadiya xwe.

Koçer destnîşan kir ku girtîgeha Îmraliyê êdî bûne navenda têkoşîna fikrî û ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.

Meş bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.