Di operasyona navend Enqereyê de 64 kes hatin girtin

Beriya civîna NATOyê li Enqereyê zêdetirî 200 kes hatibûn binçavkirin û ji kesên hatine binçavkirin 69 kes hatin girtin. Îfadeya binçavkirinên ku îro derxistin edliyeyê berdewam dike.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê beriya civîna NATOyê bi hinceta, “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” derbarê endam û nûnerên partiyên sosyalist, rojnameger, akademisyen û gelek kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de 23yê hezîranê de zêdetirî 200 kes bi serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Îro kesên hatibûn binçavkirin piştî bi dawîbûna kar û xebatên emniyetê derxistin Edliyeya Enqereyê.

Piştî îfadeya serdozgeriyê 90 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Rojnameger Yildiz Tar, akademisyen Emel Memîş û endamên ÇHDê parêzer Semra Demîr û Kurşat Bafra jî di nav de 69 kes hatin girtin. Derbarê 13 kesan de jî hepsa malê hat dayin û kesek jî hat berdan.

Îfadeya binçavkiriyên din berdewam dike.