Civaka Prosfygikayê: Têkoşîn bi serket, têkoşîn berdewam dike

Piştî biryara Şaredariya Atînayê ya naskirina Civaka Prosfygika û daxwaza rawestandina projeya veguherîna bajarî, greva birçîbûnê bi dawî bû. Civakê daxuyand ku berxwedan wê bi awayên cûda berdewam bike û got “Têkoşîn bi serket, têkoşîn berdewam dike.” 

Civaka Dagirker a Prosfygikayê ya Atînayê derbarê pêşketina têkoşîna li dijî projeya derxistin û veguherîna bajarî ya ku ji hêla Rêveberiya Herêma Atîkayê ve di bin navê "restorasyonê" dimeşand de daxuyabiyeke nivîskî da.

Civakê daxuyand ku piştî biryara Şaredariya Atînayê wan dawî li greva birçîbûnê ya ku ji 5’ê Çileyê ve berdewam dikir, anî û peyama "Têkoşîn bi serket, têkoşîn berdewam dike" da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Prosfygika ne tenê li Yewnanistanê, di heman demê de li Ewropayê jî yek ji mezintirîn projeyên bicihbûn û hevgirtina xwerêxistinkirinê ye û têkoşîna ku di pênc mehên borî de hatiye meşandin veguheriye têkoşînek jiyan û mirinê.

Civakê da zanîn ku ne tenê ji bo zêdetirî 400 kesên ku li Prosfygikayê dijîn li ber xwe dan, di heman demê de têkoşîna kolektîf a ji bo mafê bicihbûnê, mafê jiyanê, rûmeta mirovan û mafê rêxsitinkirina jiyana gelan e.

'FERMAN KEVIRÊ GORA PLANA HARDALIAS E'

Di daxuyaniyê de biryarnameya ku bi piraniya dengan di Meclîsa Bajarê Atînayê de hat pejirandin hat nirxandin û hat diyarkirin ku ew "kevirê gorê" plana ku ji hêla Waliyê Herêma Attîkayê Nikos Hardalias ve tê meşandin e.

Civakê debi bîr xist ku biryarname Prosfygikatê wekî yekîneyek kolektîf nas dike û di her xebata restorasyonê ya wê wekî xebata hevpar û muxatab qebûl dike û mafê hemû niştecihan ku li malên xwe bimînin, misoger dike.

Hat diyarkirin ku heke xebata restorasyonê pêk were jî, ew ê biqedeme were kirin û modela ku ji hêla civakê ve hat pêşniyarkirin hat pejirandin.

Hat destnîşankirin ku şaredarî di çarçoveya qada li derveyî hewldanên biryarnameya Rêveberiya Herêma Attîkayê berpirsyarî girt ser xwe.

'EM BANGA ŞIYARBÛNÊ LI HER KESÎ DIKIN'

Civakê daxuyand ku tevî destketiyan jî ew bi fikar in ku sazî peywira xwe bi cih bînin an neynin û bang li her kesê ku hevgirtinê nîşan dane kir ku pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çiqasî greva birçîbûnê bi dawî bûye jî, heta ku bigihêjin armanca xwe têkoşîn wê bi rêbazên cûda berdewam bike.

Civakê anî ziman ku di destê hikûmeta Mitsotakis û Rêveberiya Herêma Attîkayê tenê bi vebijarka “darê “zorê” maye û diyar kir ku ew ê li hember van zextan wekî berê li ber xwe bidin.

Civakê bi bîr xist ku Serokê Herêma Attîkayê Nikos Hardalias projeyê ji bo "restorasyon û parastina tevna dîrokî" parastiye û got ku heke ew di vê nêzîkatiya xwe de jidil be ew ji diyalogê re vekirî ne û ev yek tenê li ser bingeha ku niştecihên Prosfygikayê li malên xwe bimînin û civak bê nas bikin pêkan e.

'REWŞA CHANTZIS KRÎTÎK E'

Di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Arîstotelis Chantzis ku di roja 140’an dawî li greva birçîbûnê anî.

Hat bibîrxistin ku Chantzis ji 22’yê Hezîranê ve li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wî ya tenduristiyê hîn jî krîtîk e.

Civakê li hember hewldanên destwerdan û û zextên siyasî banga şiyarbûnê li derdorên ku di nava hevgirtinê de ne kir.

LI NAVENDA ATÎNAYÊ QADA JIYANÊ YA XWERÊXISTINKIRINÊ

Li Prosfygika ya ku 50 jê zarok nêzîkî 400 kes lê dijîn, bi salan e wekî qada jiyan û hevgirtinê yê xwerêxistinkirîinê dixebite.

Li herêmê bi niştecihên Yewnanî re gelek penaber û pêkhateyên polîtîk ên cûda yên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatine, dimînin.

Civak dibêje ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo û ezmûna Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çavkaniyên girîng ên model a xwerêxistinkirinê ne.