Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan
"Jina ku xwe ji paşverûtiya pergalê rizgar dike, li çiyayan dibe xwedî vîn û di nava civakê de rûmeta azadiyê ava dike; ew êdî ne tenê şervanek e, mîmar û rênîşandera şoreşa zihniyetê ye."
"Jina ku xwe ji paşverûtiya pergalê rizgar dike, li çiyayan dibe xwedî vîn û di nava civakê de rûmeta azadiyê ava dike; ew êdî ne tenê şervanek e, mîmar û rênîşandera şoreşa zihniyetê ye."
Dema ku me dest bi nivîsandin û danasîna lêhenga ku kok berdaye deşta Geverê dikir, yekser ev şîrove û dahûrandina Rêberê Apo di hişê me de teyisî. Wekî ku ew tîp û peyv bi giştî ji bo lêhenga azadiyê Dilovan (Mahmûdiye Ocî) hatibin rêzkirin û di hebûna wê de wateya xwe dîtibin.
Wekî kedkarên vê berhemê, dema me dest bi sêwirandin û pêkhateya hemû beşan dikir, me çar stûnên bingehîn ji xwe re weke peyman û rêgezeke esasî digirtin. Lewma her xelekek dibû ezmûn, xwenasîn û hêza têkoşînê. Di wan parvekirin, gotûbêj û hestên hevaltiyê de, me ew kêlî mîna parastina dadgeha heqîqetê, rastiya dîrokê û hîmê artêşa Starên Azadiyê didît. Her wiha me ew lêhengên ku dibûn felsefe ji hevrê û têkoşînê re yek bi yek nas dikirin. Ji bo ku peyva felsefeyê di hewayê de nemîne, em carinan li gelî û çiyan, pir caran jî li deşt û zozanên welat li pey dîroka zindî digeriyan.
Belê; em dibûn mêvanên wan jinên têkoşer ku di paşila xwe de dîroka jina Kurd a artêşbûyî, ezmûnên şer û fermandariyê, hestên xwerû yên hevrêtiya pîroz û dildariya ku di oxira wê de canê xwe feda dikirin, dihesandin. Me ew jinên ku bûbûn şahidên tevahî kêliyên azad û berxwedêr ên Dilovanê nas kiribûn. Em bi pênûs, kamera û dilê xwe yê hîmbûna dîrokê re, dibûn mêvanên wan şoreşgerên ku Dilovana Kurdistanî bi me didan naskirin.
Me guh dida axaftina şoreşger Sozdar Avesta û em dibûn mêvanên wan kêliyên bextewer ku di şexsê Dilovana azadiyê de pîvanên partiyê dihatin teyisandin. Hevrêya wê ya xweşik û şagirtê ku bi Dilovan re kêliyên nûbûn û destpêkê jiyabû, gerîla Hebûn, asta rewşenbîrî û entelektueliya Dilovanê nîşanî me dida. Her wiha ne tenê qadên çiyayî û leşkerî, em di vegotina hevaltiya Rûken Jîrkî re bangawaziya Dilovanê ya di nava civakbûnê û hêza wê ya birêxistinkirina gel de jî nas dikirin. Bi rêya Nalîna Dilpakî re jî, rastiya şer a herî tazî û vîna polayî ya Dilovanê di canê me de dihejiya. Niha jî armanca bingehîn ew e ku em jan û bedewiya jiyana Şehîd Dilovan bikin kaniyeke zindî ku îro û sibe jî biherike. Ji ber ku Dilovan hemû kêliyên jiyana xwe di vegotina hevrêyên xwe de wekî 'janeke teze, saf û naşî ku jinê bedew dike' pênase dikir. Lewma wê êş veguherand estetîkê û şer veguherand felsefeya jiyanê.
Ji bo me bi xwe ya girîng ew bû; em ê çi teslîmî dîrokê bikin? Ew pirs her tim di nava lêgerîna bersiva xwe ya rast û biwate de bû. Lewra bernameya Starên Azadiyê dibû bersiva herî şenber di kar û xebatê me de. Wekî amadekarên hemû beşan, em dikarin bibêjin ku ev bername 'dîroka devkî veguhert mîraseke dîtbarî û nivîskî'. Me pênûs wekî hespekî bayê li ser rûpelên spî baz da û kamera mîna çavekî ku li heqîqetê digere bi kar dianî.
Di nava vê tevna wêjeyî û dîtbarî de xaleya ku bi hemû hûrgiliyên xwe di şaneyên me de cih ava dikir hebû. Ji ber ku fîgura Şehîd Dilovan wekî mîsyoneke felsefî derdikeve pêşberî me; ew jina Kurd a Êzîdî ye ku sermaya reşayî ya Qersê di germiya dilê şoreşgeriyê de dihelîne û li ser lûtkeyên Zagrosan, pênaseya 'wate û azadiyê' bi lingên xwe yên birîndar û bêpêlav li ser zinaran xêz dike.
Gerîla Nalîn Dilpak bi vegotina bîranîna xwe balê dikşînê ser vîna Dilovan ya ji pola û dibêje "Bîranîna min a yekem a bi hevala Dilovan re ku rasterast bandoreke kûr û polatî li ser min hişt ew bû: Rojekê dema ku me yekîneya wan dît, min nihêrî ku lingên hevala Dilovan bi temamî birîn bûbûn. Piştre em pê hesiyan ku pêlavên hevala Dilovan qetiyane. Di wê serdemê de mercên lojîstîkê ne mîna îro bûn ku em kengî û çi bixwazin ji bo me amade bibe; îmkan pir kêm bûn. Pêlava wê diqete û tu pêlaveke din a alternatîf nîne ku li pê bibe. Çend caran didirûn, lê êdî çermê pêlavê hev nagire. Ji ber wê yekê, neçar dimîne ku bê pêlav bimeşe.
Wê êvarê meşeke pir giran û dirêj hebû, diviyabû yekîne heta xaleke stratejîk bimeşiyana. Hinek hevalan ji dilxwazî xwestin ku pêlavên xwe bidin wê, lê wê qebûl nekir. Hinek hevalan goreyên (gulfik) xwe pêşkêş kirin da ku çend goreyan li ser hev li pê bike, lê wê ev pêşniyaz jî red kir. Hinek hevalan jê re gotin: "Em ê hinekî li ser pişta xwe te bimeşînin û piştre tu bi xwe bimeşe", lê wê dîsa got: "Na."
Hevala Dilovan digot: "Eger hevalek bê gore bimeşe, wê lingê wê bişewite; heke ez pêlava hevalekê bixwazim û bixim lingê xwe, wê çaxê hem lingê wê û hem jî yê min xirab bibe. Ji bo wê jî, bila tenê yê min birîn bibe, bes e."
Belê, ne nivîsandin û ne jî wesifandin têr dike ku em wê lêhenga ku bûyî felsefeya jîn û heqîqetê parve bikin. Bernameya Starên Azadiyê, di wê cihê ku em bi gotin, nivîs û şibandinê kêm dimînin de, valahiyê tûj (tije) dike. Ger em bixwazin hebûn û xwebûna jina Kurd û civaka Êzîdî nas bikin, navnîşan dibe xeleka ku di vê hefteyê de cih dide wê dîrokê. Ji ber ku lêhengiya Dilovan dibe teyisandina wê rastiyê.
ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ