Dadgeha Bilind a DYE'yê biryara Trump a li ser penaberan pejirand

Dadgeha Bilind a DYE'yê hikum da ku hikumet dikare paşerojê li ser sînorê Meksîkayê koçberên dixwazin serlêdana penaberiyê bikin, nehêle ku derbasî welêt bibin.

Dadgeha Bilind a DYE'yê bi piraniya dengê dadgerên muxafazkar biryar da ku hikumet biryara astengkirina koçberan a li ser sînorê Meksîkayê bixe meriyetê.

Pêkanîna ku destpêkê di dawiya serdema Barack Obama de destpê kir, di dema destpêkê ya serokatiya Donald Trump de hîn berfireh bû. Bi vê pêkanînê re DYE'yê xwest, dewriyeyên sînor li aliyê Meksîkayê bi cih bike û nehêle koçber derbasî nava xaka Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bibe. Ev polîtîka di sala 2021'ê de ji aliyê rêveberiya Joe Biden ve hatibû rakirin.

Bi navê sê dadgerên lîberal ên li ber biryarê rabûn Sonia Sotomayor axivî û anî ziman ku biryar mafê stargehê yê mirovên ji zilmê reviyan e bi temamî ji holê radike.