Şehîdên meha Hezîranê li Helsînborgê hatin bibîranîn

Li Helsînborgê Şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn. Şêx Mûrşîd Xeznewî ku tevlî çalakiyê bû, anî ziman ku têkoşîna şehîdan di destkeftiyên gelê Kurd de rolekî diyarker dilîze.

Bi armanca bibîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, di şexsê fedayiyên ku di meha Hezîranê de şehîd bûne, li bajarê Helsingborg ê Swêdê civîna gel hate lidarxistin.

Gelek kes tevlî civînê bûn. Şêx Mûrşîd Xeznewî jî tevlî bû û axivî. Xeznewî di axaftina xwe de bal kişand ser cihên pîroz ên di Quranê de û nirxandinên xwe yên derbarê Mekke, Quds û Cudî yê Kurdistanê vegot.

Xeznewî piştre qala ayetên derbarê şehîdbûnê de kir û diyar kir ku kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, di pileyeke pir bilind de ne.

Xeznewî anî ziman ku destkeftiyên ku îro bi navê Kurdbûnê hatiye bidestxistin, bi saya têkoşîna van şehîdan e.

Şêx Mûrşîd Xeznewî diyar kir ku di her bosta xaka Kurdistanê de xwîna şehîdan heye û anî ziman ku ew ê şehîdan her tim bi minet û rêzdarî bi bîr bînin.