Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin
Ji bajarên Serhedê gelek kes ji bo “Mîtînga Azadiyê” ya ku wê li Wanê were lidarxistin, bi rê ketin.
Ji bajarên Serhedê gelek kes ji bo “Mîtînga Azadiyê” ya ku wê li Wanê were lidarxistin, bi rê ketin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo saet 17.00’an wê li Wanê bi şîara “Bi Rêbertiya Azad re ber bi civaka demokratîk” mîtîng were lidarxistin. Mîtîng wê li Qada Newrozê were lidarxistin. Gel ji bajarên Erzirom, Mûş, Îdir, Agirî û Colemêrgê yên Serhedê bi rê ketin.
ERZIROM
Ji navçeyên Qereyazi, Xoresan, Tatos û gelek nuqteyên din ên Erziromê, gel berê xwe da Wanê.
MÛŞ
Ji navenda Mûşê û navçeyên Kop, Milazgir û Gimgimê gelek kes ji bo tevlîbûna mîtîngê bi rê ketin.
AGIRÎ
Li Agiriyê gel û nûnerên rêxistina girseya demokratîk hatin ba hev û ji bo mîtîngê bi rê ketin. Gelek kes li ber avahiya Rêxistina Agiriyê ya DEM Partî kom bûn û berê xwe dan Wanê. Ji hemû navçeyên bajêr gel bi wesayîtan ber bi Wanê ve bi rê ket.
ÎDIR
Li Îdirê gelek kes di saetên siharê de li Otogara Îdirê kom bûn û bi otobusan berê xwe dan Wanê.
COLEMÊRG
Colemêrgî jî ji bo mîtîngê bi rê ketin. Ji 7 heta 70 salî her kesê ku ji çar aliyên Colemêrgê ji bo tevlîbûna mîtîngê bi rê ketin, li cihê ketina Elbakê govend gerandin. Ciwanên ku cil û bergên neteweyî li xwe kiribûn, bi klaman govend gerandin. Gelê li derdor jî beşdarî govendê bû. Piştre ji bo biçin Wanê, car din bi rê ketin.