Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn ku ji aliyê leşkeran ve di bin çavan de hate windakirin.

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1109’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê ya Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku berî 32 salan di 15’ê Tebaxa 1994’an de hatibû windakirin, hate pirsîn.

Di çalakiyê de Kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci jî hate bîranîn.