ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

KCK’ê diyar kir ku Kerbela sembola edalet, wekhevî û têkoşîna xwişk-biratiyê ye û got, “Bi mîrateya Huseyîn û Zeynepan rabûna li dijî zilmên ku di roja me de dewam dikin, rêya herî rast a jiyanîkirina şehîdên Kerbelayê ye.”

Gerîlayên Azadiyê Ciwan Çiyareş û Qendîl Agirî diyarkirin ku şehîd Zîlan ku yek jî qehremanên Tevgera Azadiyê ye ku şêwe daye têkoşîna azadiyê, sembola fedayîtî û meşa azadiyê ye.

Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên girtî û xizmên girtiyan bên şopandin.

Cenazeyê kedkarê çapemeniya azad Bayram Balçi ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, wê îro li Enqereyê bê veşartin.

Ji Karwanê Dayikan Tanja ya ku ji bo li Ewropa û Cîhanê têkoşîna mafên jinan mezin bikin û li dijî şer, milîtarîzm û çekdarbûnê dengê xwe bilind bikin derketin rê got, "Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin.”

Komîngeha Şehîd Suweyda Pîran ya Hunera Destê Jin a girêdayî Weqfa Jin a Şehîd Şervîn ya Mexmûrê bi huner û keda destan aboriya jin diafirînin û çanda Kurdî ya resen diparêzin.