Ji bo mîtînga "Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk" ve amadekarî dewam dikin ku wê bi pêşengiya Tevgera Jinêna Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi daxwaza azadiya Rêber Apo di 28'ê Hezîranê roja Yekşemê de li Qada Stasyonê ya Amedê bê lidarxistin.
Beriya mîtîngê ku wê saet di 17:00 de destpê bike, li 17 navçeyên Amedê gund jî di nav de li gelek deveran broşur hatin belavkirin, serdan li mal û kargehan hate kirin, li park û qehwexaneyan civînên gel hatin lidarxistin. Bi vî rengî bang li welatiyan hate kirin ku tevlî mîtîngê bibin.
Li Xarpêtê, Meclîsa Ciwanan û Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr li pêşiya avahiya bajêr daxuyanî dan û ji bo mîtînga li Amedê banga tevlîbûnê kirin. Piştî daxuyaniyê li bajêr broşur hatin belavkirin.
Li Çewlîgê jî TJA, DBP û DEM Partiyê li navenda bajêr stand danîn û li gund û navçeyê serdan kirin û qala girîngiya mîtîngê kirin.
Li Êlih û Sêrtê siyasetmedar û niûnerên saziyan daxuyaniyên hevpar dan û ji bo mîtînga 28'ê Hezîranê ya li Qada Stasyonê ya Amedê banga tevlîbûnê kirin.
Di bangan de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd işaret bi girîngiya başkirina mercên ragihandin û xebitandinê ya Rêber Apo hate kirin û ji bo mîtînga bi daxwaza aştî û azadiyê banga tevlîbûnê hate kirin.