Ji ber abonetiyê derbarê du rojnamevan de lêpirsîn hat destpêkirin
Derbarê Selman Çîçek û Hulya Baytur de ji ber abonetiya kovara Modernetiya Demokratîk û dayîna heqê abonetiyê ji bo hesaba kovarê, lêpirsîn hat destpêkirin.
Derbarê Selman Çîçek û Hulya Baytur de ji ber abonetiya kovara Modernetiya Demokratîk û dayîna heqê abonetiyê ji bo hesaba kovarê, lêpirsîn hat destpêkirin.
Derbarê Hevserokê Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek û rojnemevan Hulya Baytur de, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ve lêpirsîn hate destpêkirin.
Hate diyarkirin ku hinceta lêpirsînê abonetiya kovara Modernetiya Demokratîk û hewalekirina heqê abonetiyê ji bo hesaba bankayê ya kovarê ye.
Selman Çîçek ku di çarçoveya lêpirsînê de li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê îfade da, diyar kir ku Modernîteya Demokratîk di çarçoveta Qanûna Çapemeniyê de bi awayekî qanûnî weşanê dike û anî ziman ku hîna aboneyê kovarê ye.
Çîçek diyar kir ku abonetî û dayîna heqê weşanekî qanûnê ne sûc e.