Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze
Li Enqereyê ji bo rojnamevan Bayram Balci yê jiyana xwe ji dest da, merasîma cenaze hate lidarxistin. Di merasîmê de ji bo mezinkirina têkoşîna heqîqetê peyam hatin dayîn.
Li Enqereyê ji bo rojnamevan Bayram Balci yê jiyana xwe ji dest da, merasîma cenaze hate lidarxistin. Di merasîmê de ji bo mezinkirina têkoşîna heqîqetê peyam hatin dayîn.
Kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci 23’yê Hezîranê li Belçîkayê ji ber nexweşiya penceşêrê, jiyana xwe ji dest da. Ji bo Balci li Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a li Batikentê merasîma cenaze hate lidarxistin. Malbat, xizm û hempîşeyên wî, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKG), gelek rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiya siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Xwişka wî Nuray Balci got, wî li pey xwe mîrateke dîrokî hişt.
Ji Rojnameya Yenî Yaşam Zana Kaya jî rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku 1’ê Çileyê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî û got, ev meş neqediyaye, dewam dike.
Ji DFG’ê Dîren Yurtsever jî soz da ku têkoşîna heqîqetê bidomînin.
Girse derbasî Goristana Karşiyaka bû ku wê cenazeyê Balci lê were veşartin.