Xizmên windayan li 4 bajaran hatin ba hev
Xizmên windayan li Amed û Colemêrgê ji bo Ramazan Yunce, li Êlihê ji bo Reşît Tokçu, li Îzmîrê jî ji bo Mustafa Saygi, Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz hatin ba hev.
Xizmên windayan li Amed û Colemêrgê ji bo Ramazan Yunce, li Êlihê ji bo Reşît Tokçu, li Îzmîrê jî ji bo Mustafa Saygi, Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz hatin ba hev.
Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 907’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rêzan a Amedê hatin ba hev. Di çalakiyê de faîlên Ramazan Yuce hatin pirsîn ku 29’ê Hezîrana 1992’yan dema ji Amedê ber bi Farqînê ve diçû, li Kolana Lalebey hate qetilkirin.
Li Colemêrgê jî endamên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 233’yan a çalakiya xwe de faîlên Ramazan Yuce hatin pirsîn.
Li Êlihê di hefteya 743’yan a çalakiyê de aqûbeta Reşît Tokçu hate pirsîn ku 29’ê Hezîrana 1999’an li Zozanê Mêrgazer a navçeya Gever a Colemêrgê di dema operasyona leşkerî de birîndar bû û piştre ji zinaran hate avêtin.
Li Îzmîrê jî di çalakiya ku her du hefteyan carekê tê lidarxistin de, ji bo Mustafa Saygi, Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz edalet hate xwestin.