Hunermend Serhedo hat binçavkirin
Repbêj Serhedo yê ku ji bo Mitînga Azadiyê derkeve li ser dikê hatiye Amedê, hat binçavkirin.
Repbêj Serhedo yê ku ji bo Mitînga Azadiyê derkeve li ser dikê hatiye Amedê, hat binçavkirin.
Repbêj Serhedo piştî demeke dirêj ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi balafirê îro hat Amedê. Serhedo piştî ji balafirgehê daket ji bo xwarinê çû loqenteyek li bajêr. Dema Serhedo ji loqenteyê derketiye derdorê saet 16:20an ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.
Polîsan Serhedo birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Tê payîn Serhedo dê piştî karûbarên îfadeyê sewqî edliyeyê were kirin.