Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist
Komek jinên Iraqî li Qada Tehrîr a Bexdayê kom bûn û ji bo parastina mafên dayîkbûnê û paşeroja zarokên xwe xwepêşandanek lidar xistin.
Komek jinên Iraqî li Qada Tehrîr a Bexdayê kom bûn û ji bo parastina mafên dayîkbûnê û paşeroja zarokên xwe xwepêşandanek lidar xistin.
Li gorî nûçeya Rojnews’ê, bi dehan jin di saet 10:00’an de li meydana Tehrîr a Bexdayê kom bûn. Di çalakiyê de jinan daxwaz ji parlamentoyê kirin ku berpirsyariya xwe ya qanûnî û çavdêriyê ya li ser mafên zarokan bi cih bîne.
Xwepêşanderan dirûşmeyên “Dabînkirina berjewendiyên zarokan daxwaza me ye” û “Mafên zarokan biparêzin” berz kirin. Jinan destnîşan kir ku divê parastin û bextewariya zarokan di ser her tiştî re were girtin.
Beşdaran diyar kir ku armanca wan a sereke gihandina dengê dayikane bo hikûmet û parlamentoyê. Her wiha bang li parlamentoyê kirin ku di dema çêkirina qanûnan de berpirsyar tevbigere, da ku mafên rewa yên dayik û zarokan bi temamî werin mîsoger kirin.