BI DÎMEN

Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

Pero Dundar, da zanîn ku Festîvala Sakîne Cansiz a ku dê li Zurihê were lidarxistin hevdîtineke navneteweyî ye ku têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina jinê mezin dike, aştî û hevgirtinê xurt dike. Pero Dundar banga tevlîbûnê li her kesî kir.

13’emîn Festîvala Sakîne Cansiz sibê li bajarê Zurih ê Swîsreyê tê lidarxistin. Ev festîval her sal ji bo bîranîna Sakîne Cansiz tê lidarxistin. Sakîne Cansiz yek ji damezrînerên PKK'ê bû û di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsê hatibû qetilkirin. Festîval bi pêşengiya Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) pêk tê. Zêdetirî 20 saziyên jinan piştgiriya vê festîvalê dikin. Di nav wan de Greva Jinan a Femînîst, Partiya Sosyalîst û rêxistinên jinan ên Kesk jî hene.

Dirûşmeya festîvala vê salê “Niha Dem Dema Jinê ye”. Siyasetmedar Pero Dundar li ser vê festîvalê ji ANF’ê re axivî.

'JI BO XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ GIRÎNG E’

Pero Dundar, anî ziman ku Festîvala Sakîne Cansiz ne tenê çalakiyeke çandî ye, di heman demê de xwedî wateyeke siyasî û civakî ye. Pero Dundar, diyar kir ku ev çalakî ji bo xwedîderketina li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi pêşengiya Rêber Apo tê rêvebirin, pir girîng e. Pero Dundar wiha got, “Ev festîval ji bo xwedîderketina li ziman, çand û nasnameya Kurdî ye. Kurdên li Ewropayê li vir tên cem hev û peyamên xwe yên siyasî didin.”

'EV FESTÎVAL BERSIVEK E LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ’

Pero Dundar, da zanîn ku lidarxistina festîvalê ya bi navê Sakîne Cansiz xwedî wateyeke taybet e û wiha dewam kir, “Qetilkirina Sakîne Cansiz ji bo me qirkirina jinê bû. Ev festîval bersiveke bi hêz e li dijî qirkirina jinê. Her wiha li dijî tundî û komkujiyên li ser jinan helwesteke hevpar e. Jiyana Sakîne Cansiz sembola têkoşîna jinên Kurd e. Çîroka wê, dîrok û berxwedana jinên Kurd nîşan dide.”

'RENG Û DENGÊ JİNÊN CÎHANÊ YE'

Pero Dundar, anî ziman ku êrîşa li ser Sakîne Cansiz, ne tenê li dijî jinên Kurd e di heman demê de êrîşa li dijî têkoşîna hemû jinên cîhanê ye û got ku ji ber vê yekê ev festîval jinên cîhanê tîne cem hev.

Pero Dundar wiha domand, “Di vê festîvalê de ne tenê jinên Kurd, di heman demê de jinên sosyalîst, şoreşger û aktîvîstên mafên jinan jî hene. Ev festîval reng û dengê têkoşîna jinê ye.”

'JI BO AVAKIRINA NÛ GIRÎNG E’

Pero Dundar, diyar kir ku di vê dema ku nîqaşên aştiyê hene de, ev festîval hîn girîngtir dibe û wiha got, “Jin di têkoşîna aştiyê de pêşeng in. Sakîne Cansiz û hevrêyên xwe her dem aştî û azadî diparastin. Ji ber vê yekê li qada navneteweyî hatin qetilkirin. Armanca festîvalê mezinakirina vê têkoşînê û xurtkirina hevgirtinê ye. Festîval ne tenê çalakiyeke çandî ye; di heman demê de ji bo avakirina jiyaneke nû û aştiyê zemînekî ramanî û rêxistinî pêk tîne.”

'EM DENGÊ XWE BI HEV RE BILIND BIKIN’

Pero Dundar, banga tevlîbûna festîvalê li her kesî kir û wiha got, “Em bang li Kurdên li Ewropayê, şoreşgeran, sosyalîstan û dostên xwe yên enternasyonalîst dikin ku beşdarî festîvalê bibin. Ev festîval, hem hesabpirsîna qetilkirina Sakîne Cansiz e hem jî xwedîderketina li çanda Kurdî ye.”

Pero Dundar, da xuyakirin ku amadekariyên festîvalê bi dawî bûne û got ku ji bo hewaya germ jî tedbîr hatine girtin. Pero Dundar got, “Werin em ji bo rojek be jî bibin yek, hêza xwe mezin bikin û li dijî qirkirina jinê dengê xwe bilind bikin.”

BERNAMEYA FESTÎVALÊ

Festîval sibê li Kaserneareal a Zurihê saet di 11.00’an de dest pê dike. Bernameya festîvalê pir dewlemend e. Ev hunermend û kom dê derkevin ser dikê:

Ayfer Duzdaş, Nûbûn, Nazê Azîzî, Eylul Nazliler, Berfîn Demîr, Nûarîn, Koma Stranan a Jinan (Hunera Mizgîn Swîsre), Koma Folklorê ya Swîsreyê, Koma Govendê ya Herêmî, Koma Erbane, Konê Dengbêjan û Zarok Ma.