Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin
Sersaxiya Dayika Aştiyê Behiye Sevîm û kedkarê têkoşîna azadiyê Suleyman Bakir bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Sersaxiya Dayika Aştiyê Behiye Sevîm û kedkarê têkoşîna azadiyê Suleyman Bakir bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê ya Amedê Serhat Eren, Adalet Kaya û Halîde Tûrkoglu û şandeya ku ji nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl pêk dihat, li Bismilê çûn serdana du sersaxiyan. Şandeyê ewilî serdana sersaxiya Dayika Aştiyê Behiye Sevim a ku di 25'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû û bi salan têkoşîna aştî û demokrasiyê meşandibû, kir. Şandeyê li vir sersaxî ji malbata Sevîm re xwest.
Girseyê piştre derbasî Mala Şînê ya Ehmedê Xanê ya li Taxa Sanayiyê bû ku li wir serdana şîna Suleyman Bakir kir. Bakir bi salan di nav têkoşîna azadiyê ya Kurd de cihê xwe girtibû û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargîl ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû.
Her du serdanên sersaxiyê piştî xwendina diayan bi dawî bûn.