Gelê Çûkûrovayê ji bo 'Mitînga Azadiyê' ber bi Mersînê ve bi rê ketin

Gelê Çûkûrovayê ji bo beşdarî mîtînga bi daxwaziya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin bibin ber bi Mersînê ve bi rê ketin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo saet 17.00’an wê li Mêrsînê bi şîara “Bi Rêbertiya Azad re ber bi civaka demokratîk” mîtîng were lidarxistin. Ji bajarên Çûkûrovayê Dîlok, Osmaniye, Hatay û Edeneyê ji bo beşdarî "Mîtînga Azadiyê" ya ku wê li Parka Millet were lidarxistin bibin gelek kes bi rê ketin.

Gelek kes ji navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîl ên Dîlokê bi wesayîtan ber bi Mersînê ve bi rê ketin.

Gelek welatiyên ji navenda bajarê Osmaniyeyê jî ji bo beşdarî "Mîtînga Azadiyê" bibin ber bi Mêrsînê ve bi rê ketin.

Li navçeyên Îskenderûn û Antakyayê yên Hatayê jî, gelek welatî ji bo beşdarî "Mîtînga Azadiyê" bibin bi rê ketin.

Li navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê yên Edeneyê jî bi 36 wesayîtan ji bo beşdarî "Mîtînga Azadiyê" bibn bi rê ketin.