Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

Bi hezaran kes tevlî mitînga ku bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad re ber bi civaka demokratîk” li Mêrsînê hat lidarxistin bûn. Di mitîngê de hunermend Kadîr Înanir ku jiyana xwe ji dest da, hat bibîranîn.

Bi hezaran kes tevlî “Mitînga Azadiyê” ya ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad re ber bi civaka demokratîk” li Parka Milet a Mêrsînê tê lidarxistin bûn.

Tevî germahiya Çukurovayê jî bi hezaran kes bi wesayîtan ji Edene, Osmaniye, Hatay û Amedê hatin Mêrsînê. Girseya ku li nêzî qada mîtîngê ji wesayîtên xwe daketin, posterên Rêber Apo û rengên kesk, sor û zer hilgirtin û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye” ber bi qada mitîngê ve meşiyan.

Di meşa ku jin û ciwan bi girseyî tevlîbûn de, daxwaaza azadiya Rêber Apo hat kirin. Girseyê piştî li du xalên kontrolê yên ewlehiyê ketin qadê û bi dirûşme, çepik, tilîlî û stranan govendê gerandin.

Mitîng bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Girseyê piştî rêzgirtinê, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kir.

 Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Reşat Aşan axaftina vekirinê kir. Aşan hunermend Kadîr Înanir ku jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û anî ziman helwesta wî ya di têkoşîna aştiyê de were domandin.

Piştî axaftinê, sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Kadîr Înanir hate pêşandan.