Li Mêrsînê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad re ber bi civaka demokratîk” li Parka Milet a Mêrsînê mitîng hat lidarxistin. Ji Sekreterya Îmraliyê Çetîn Arkaş di mitîngê de axivî.
Çetîn Arkaş bi dirûmeya “Bijî Serok apo” derket ser dikê. Beriya axaftinê vîdeoya Rêber Apo ya 27 sal berê hat temaşekirin. Ciwanan posterê mezin ê Rêber Apo rakirin.
‘EM BIRÎNAN BI HEV RE BIKEWÎNIN’
Çetîn Arkaş bi bîranîna lîstikvan Kadîr Înanir ku jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina xwe kir. Çetîn Arkaş gelê Çukurovayê li ser navê Abdullah Ocalan silav kir û got: “Gelê Çukurovayê her tim ji bo aştiyê jiyaye. Em bi wekheviya gelan ji dil bawerin. Em rastî zilmê bên fatureya wê ligel nabirin. Komar bi înkarkirina Kurdan hat avakirin. Vê înkarê komar seqet hişt. Niha divê ev kêmasî ji holê bê rakirin. Ji şer re êdî na. Pirsgrêk yek alî çareser nabe. Divê li hember hemû xesasiyetan heman rêzdarî bê nîşandan. Bila kes şer ji me venebêje; ji xwe em ji nav şer hatine. Em ê ji birînên xwe hêzê bigirin. Em ê birînan bi hev re bikewînin.”
’45 ROJ IN HEVDÎTIN PÊK NAYÊ’
Çetîn Arkaş wiha domand: “Divê dewlet vê rastiyê baş bizanibe. Yekitiya Kurdan nayê wateya ku sînor diguherin. Divê gelê Kurd esas bê girtin. Ji bo pêşeroja zarokên xwe divê em aştiyê ava dikin. 45 roje kes nikare bi Rêber Apo re hevdîtinê bike? Çima? Çima ve tê kirin?bi tehdîdkirina Rêber Apo pêvajo nikare bê meşandin.
Çetîn Arkaş wiha got: “Em dest ji têkoşîna aştî û azadiyê bernadin. Em ê Rêber Apo li Çukurvaoyê bi hev re pêşwazî bikin. Me tu carê ji vî gelî re derew negotine. Kurd ne bê alternatîfin. Em ketin vê rê, em ê bi ser kevin. Em ê li Çukurovayê bi hev re Rêber Apo pêşwazî bikin.”
Piştî axaftina Arkaş, sînevîzyona ku ji axaftinên Rêber Apo pêk dihat hat nîşandan.
Mîtîng bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dewam kir.