Cenazeyê şervanê HRE’yê Şervan Heleb hat veşartin

Xelkê bajarê Hesekê cenazeyê şervanê HREˊyê şehîd Şervan Heleb bi merasîmekî veşart û soza şopandina rêça şehîdan û berdewama têkoşînê ji bo pêkanîna armancên wan da.

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Şervan Heleb (Ebdo Mûsa) ê ku di 18ˊê Çileyê de dema li ser erka xwe li bajarê Reqayê şehîd bûbû, veşart.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xilûd Xelef sersaxî da malbata şehîd û diyar kir ku destkeftiyên heyî bi saya fedakariyên şehîdên di oxira parastina axê û gelê xwe daye de ne.

Li aliyekî din jî fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê sersaxî da malbata şehîd Şervan û got şehîd Şervan wêrek û têkoşer bû, li dijî êrişên li ser nasnameya gelan û pêkanîna komkujiyan canê xwe feda kir.

Dêrsim Hesekê got ew ê şopdarê şehîdan bin û têkoşîna ji bo pêkanîna armancên wan bidomînin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin û cenaze di nava dirûşmên “Şehîd namirin” de hat veşartin.