BI DÎMEN

Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda xwe diparêzin

Komîngeha Şehîd Suweyda Pîran a Hunera Destê Jin a girêdayî Weqfa Jin a Şehîd Şervîn a Mexmûrê bi huner û keda destan aboriya jin diafirînin û çanda Kurdî ya resen diparêzin.

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi salan e di şert û mercên zehmet de jiyana xwe bi ked, hezkirin û îradeyek mezin dihûnin û bi sekna girêdaniya ax û welatparêziyê pêşengiya civaka xwe didomînin.

Komîngeha Şehîd Suweyda Pîran a Hunera Destê Jin a girêdayî Weqfa Jin a Şehîd Şervîn a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi şêwazên komînan ked, huner û berhemên jinan, aboriya xwe diafirînin û çanda Kurdî diparêzin.

Di bin sîwana Komîngehê de komînên jinan ku beriya 8 mehan dest bi kar kirine; çente, kefî, şeleme, kum, miftedank, pênûsdank, tizbeh, cil û bergên Kurdî û hwd çêdikin. Dem bi dem komîn li malekê kom dibin û bi afirandina berheman civatê digerînin. Jinên ciwan û yên bi temen jî di nav de, bi giştî 35 jin cihê xwe di nav vê xebatê de digirin.

Hate diyarkirin ku berhemên ku çêdikin, li ser esasê daxwazên ji Koperatîfa bi navê Kurdî Store ya bajarê Elmanya Frankfurt, tên şandin û berhemên jinan ji civakê re tên pêşkêşkirin.

Têkildarî mijarê Endama Rêvberiya Weqfa Jin a Şehîd Şervîn Bîşeng Pusad ji ANF’ê re axivî. Bîşeng Pusad da zanîn ku di her komînê de beşekî hunera destan heye û destnîşan kir ku wan komînan ava kir da ku keda destên wan neyê windakirin.

Endama Komîna Jinan Emîne Antan jî destnîşan kir ku ew wek jinên Wargeha Mexmûrê ji bo avakirina aboriya jin karê destan dikin û diyar kir ku ji bo nebin perçeyek ji pergala zilam, aboriya xwe bi xwe tanzîm dikin.

Emîne Antan anî ziman ku ew vî karî bi hezkirin dike û got: “Em naxwazin berhemên me yên kevnar winda bibin û ji bo  wê fêrî nifşên nû dikin, da ku ew wî karî bidomînin û çanda xwe biparêzin.”