Di dîroka şoreşa azadiyê de hin kêliyên wiha hene ku çarenûsa gelekî diguherînin û xeta têkoşînê nû dikin. Çîroka têkoşera Kurd Zeyneb Kinaci ku bi navê xwe yê tevgerî Zîlan ve tê naskirin, ji bajarê Meletiyê destpê dike. Ew di sala 1995’an de beşdarî nava Tevgera Azadiyê dibe û di nava demeke kin de xwe bi fikir û felsefeya Rêber APO ve dixemilîne. Di sala 1996’an de dema ku li ser Rêber APO hewildanên sûîqestekê tê kirin ew bi ruhekî fedaî xwe di dilê komplogeran de dike bombeyeke zindî. Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî ve li dû xwe mîraseke tije peyamên felsefî hişt ku têgehên berxwedan û tekoşîna jinê li her derê guhert. Bi vê ve Zîlan bû sembola fedaîtî û meşa ber bi azadiyê ve. Gerîlayên azadiyê Ciwan Çiyareş û Qendîl Agirî di salvegera şehadeta Zeynep Kinaci ango Zîlan de axivîn.
'DIVÊ MIROV ZÎLAN NAS BIKE'
Gerîlayê HPG’ê Ciwan Çiyareş got, divê mirov destpêkê kesayeta Zîlan nas bike û axaftina xwe wiha domand: "Weke tê zanîn hevala Zîlan ji Meletiyê ye. Di sala 1995’an de têkoşîna azadiyê nas dike û beşdarî xebatên eniyê dibe. Di vî karî de hevala Zîlan Rêbertî zêdetir nas dike. Dilsoziyeke Heval Zîlan a xurt bi Rêbertî re çêdibe. Ev jî dihêle ku hevala Zîlan berê xwe bide çiyayên azad. Ew li Dêrsimê dest bi tekoşîna xwe ya çekdarî dike."
'ME DAN SER ŞOPA XETA ZÎLANAN'
Ciwan Çiyareş behsa sedema çalakiya Zeynep Kinaci ango Zîlan kir û got, "Dijmin Rêbertiya me bi rêya sûîqestekê li Şamê di 6’ê Gulanê de ku rastî salvegera qetilkirina Denîz Gezmîş û hevalên wî tê, hedef digire. Planên wan pêk nayê, lê komployeke pir mezin heye. Hevala Zîlan jî vê zû ferq dike û dixwaze bersiveke tund bide komplogeran. Li gel ku hevala Zîlan şervana salekê ye vê tehlûkeyê dibîne û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re bi çalakiya xwe nîşan dide. Di nameya xwe de jî dibêje 'Ez naçim ber bi mirinê ve, ez dixwazim jiyaneke nû ava bikim'. Ev nêzîkatiyên heval Zîlan dihêle ku di nav tevgera me de her tim xeta Zîlan were şopandin."
Gerîlayê HPG’ê Ciwan Çiyareş di nav nirxandinê xwe de behsa şopdarên Zîlan kir û wiha dewam kir: "Dema ku hevala Zîlan çalakiya xwe pêk tîne hevalên ku dixwazin bidin ser şopa wê çêdibin. Li pey wê Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan tê avakirin. Şehîd Gulan jî yek ji avakerên vê tabûrê ye ku ew jî di 7’ê Hizêranê de dighêje şehadetê. Hevala Gulan jî di nav tevgera me de xwedî tekoşîneke mezin e, ez wê jî bi vê wesîlê ve bi bîr tînim. Her wiha hevala Sema jî ku di zindanê de çalakiya fedaî kir beriya çalakiya xwe ya pîroz got; 'kes nikare Roja me tarî bike' û bi vî rengî hevala Sema bû di nav zindanan de remza berxwedanê."
Gerîla Ciwan Çiyareş di dewama axaftinên xwe de got şopdarên weke Asya û Rojger jî derketin pêş û wiha got: "Çawa ku çalakiya hevala Zîlan bersivên mezin dan, di şexsê heval Zinar Raperîn û Doga Jiyan de şopdarên Heval Zîlan jî her ku çû zêdetir bûn. Her wiha di kesayetiya heval Sara û Rûken, Rojhat û Erdal, Asya û Rojgeran de şopdariya xeta Zîlan xwe da pêş. Fedaîbûna di şexsê wan hevalan de li me da fêrkirin ku divê em bi rengê fedaî bijîn, bi komînaltiyê bijîn, nirxên hevalên xwe bizanibin û ji bo hevalên xwe bikaribin di asta jor de xwe feda bikin."
'ZÎLAN FERMANDARA FEDAIYAN E'
Gerîlayê HPG’ê Qendîl Agirî jî behsa Xwedawend Zeyneb Kinaci (Zîlan) kir û got, "Hevala Zîlan fermandareke me ya mezin e. Weke hevalekî Ereb piştî tevlîbûna min bi hevaltiya di nav me de, bi xwe perwerdekirinê ve min kesayeta fermandara me Zîlan baştir nas kir. Bi rastî bi îrade, qenaet û hewildan em dixwazin bigihêjin asta ku hevala Zîlan gihiştiye. Di wê deme de Hevala Zîlan di nav dijmin de tirseke mezin ava kir. Ez jî weke hevalekî Ereb min da li ser şopa hevala Zîlan û ez beşdarî vê tekoşînê bûm. Lewma hewldanên min hemû ew e ku ez xwe bigihînim asta heval Zîlan, Sara, Egîd û Mezlûman."
'ZÎLAN JINÊN KURD Û EREB BI PÊŞ VE BIR'
Gerîlayên Qendîl Agirî besha şopdarên Zîlan kir û got, "Li ser xeta heval Zîlan îro bi hezaran heval dimeşin. Weke gerîlayekî Ereb Heval Zîlan li ser min pir bandor kir. Bi taybetî fikir û felsefeya Rêber APO ya ku Heval Zîlan bi pê gihiştiye asteke wiha fedaî, ji me re mînak e. Ev ê di inên Kurd û Ereb de pêşketinek ava kir. Em îro bi hezaran gerîla li ser xeta hevala Zîlan dimeşin. Em bi xwe jî dixwazin xwe bighînin asta ku heval Zîlan xwe gihandiyê ya di têgihiştina fikirên Rêber APO de. Weke Zîlanên demê em ê jî heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe misoger bikin, têkoşîna xwe dewam bikin."