‘Mitînga Azadiyê’ ya li Amedê bi konseran bi dawî bû

‘Mitînga Azadiyê’ ya li Amedê ku tevahiya rojê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” deng veda, bi konserên Kadîr Çat û Serhedo bi dawî bû.

Di pêşengtiya DEM Partî, DBPê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Qada Îstasyonê ya Amedê “Mitînga Azadiyê” hat li darxistin. Ji bilî Amedê, ji bajarên derdorê jî bi hezaran kes tevli mitînga bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” hat lidarxistin bûn. Di nav bi hezaran kesên ku tevli mitîngê bûn de, siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî hebû. Posterên Rêber Apo li qada mitîngê li 3 aliyan hatin daliqandin. Di mitîndê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzikirin û welatiyan li ber stranên Kurdî govend gerandin.

Bi deh hezaran kesên ku tevahiya rojê bi coşeke mezin daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin, li ber stranên Kadir Çat govendê gerandin.

Piştre sînevîzyona ku ji nirxandinên Rêber Apo yên li ser azadî, aştî û demokrasiyê yên di demên cuda de kirine, hate pêşandan.

Piştî axaftinan rapbêj Serhado bi tilîlî û çepikan derket ser dikê wiha got: “Piştî 11 salan dîsa vegeriyan welatê xwe. Ev çi hîseke xweş e. Dema binçavkirinê de min ji wan re got, ‘Hûn çima min binçav dikin? Ez ji bo mitînga azadiyê hatime, em aştiyê dixwazin’. Ji ber meseleyeke beriya 13 salan doz vekirine. Em hatine aştî û aramiyê. Dengê Rêberê me qut dikin çima ji Rêber Apo ditirsin. Em aştiyê û aramiyê dixwazin. Di vê pêvajoyê de çavê dinyayê li ser me ye. Çiqas ba û bahoz rabin jî li ser rêya xwe bin. Her bijî gelê me yê hatî mitîngê.”

Serhedo piştre strana “Lo Dilo” got û diyarî hunermend Beytocan ê ku beriya çend salan wefat kir. Girse bi Serhedo re stran gotin û bi telefonan dîmen kişandin.

Bi deh hezaran kesên ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li hev civya, piştî konseran ji qadê belav bû.