Mîtînga Azadiyê ya ya li Qada Bagcilar a Stenbolê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat destpêkirin. Bi deh hezaran kes qada mitîngê tijî kirin. Li qadê gelek caran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. Her wiha timî dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Ciwanan demeke dirêj postera mezin a Rêber Apo li qadê gerandin. Girseyê demeke dirêj li ber stranên li ser Rêber Apo govendê gerandin.
ÇERXA ŞOREŞÊ HAT XWENDIN
Mitîng ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin û piştre bi hev re dirûşmeya, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan axivî.
Ayşegul Dogan girse silav kir û wiha got: “Ev welat welatekî pir ziman û pir baweriye. Bi salane daxwazeke me ya jiyaneke bi rûmet, wekhevî û azadiyê heye. Ji ber vê jî her axaftina me bi jiyanek nû û wekhe vdestpê dike. Ez berxwedana dayikên pêşengiya her çalakiyê dikin silav dikim. Çima bi dayikan destpê dikim, ji ber ew dizanin êş çiye.”
KADÎR ÎNANIR HAT BIBÎRANÎN
Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ew tevli cenazeya lîstikvan Kadîr Înanir bûne û wiha domand: “Wî jî di dilê me de cihê xwe girt. Wî jî wekhevî, aştî dixwest. Ji bo aştiyê hewl da. Em êdî naxwazin kes bimire. Em dixwazin dijminahî û zimanê globalbûnê li pey xwe bihêlin.”
‘JI AZADIYA BIRÊZ OCALAN NETIRSIN’
Ayşegul Dogan daxuyakirin ku divê ji azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan netirsin û got: “Divê hûn ji vê netirsin. Birêz Ocalan kedkarê mezin yê aştiyê ye. 27 salan bi tena serê xwe di zindanê de ji bo azadiya gelan hewl da. Ew rêberê gel e. Ev heqîqete. Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin. Hewcedariya gelan aştiye. Ji bo vê aştiyê jî divê şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin. Ji bo aştiyeke mayînde divê her titş bê kirin. Em ji bo vê amade ne.”
‘MIFTEYA DEMOKRASIYÊ AŞTIYE’
Ayşegul Dogan axaftina xw ewiha domand: “Em dikarin cudahiyên hev biparêzin û bijîn. Em dikarin pêşerojek wisa ava bikin. her kes dibêje hûn her tim behsa mijara Kurd dikin. Belê em her tim vê vedibêjin. Mijfteya demokrasiyê aştiye. Banga fêkirina Kurdan heman demê de fêmkirina Elewî, Rûm û Lazan e. em dibêjin çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Êdî bes e. Dem dema ku hinek tişt bi wêrekî bên axaftinê ye. Divê em vê derfetê ji dest bernadin. Birêz Ocalan gotibû ‘werin em Tirk, Kurd, Rûm û Ermenî bi hev re xurt bibin.’ Me got em ji bo vê amade ne. Em îro dîsa vê pirsê wek hewcedarî hîs dikin. Divê em hinek bifikirin.”