Boksorê Kurd Kabayel bû şampiyonê cîhanê
Boksorê Kurd Agît Kabayel weke di sîkleta giran de weke şampiyonê cîhanê hate ragihandin.
Boksorê Kurd Agît Kabayel weke di sîkleta giran de weke şampiyonê cîhanê hate ragihandin.
Piştî ku boksorê Ûkraynayî Oleksandr Usyk dest ji hemû unwanên xwe yên li sîkleta giran berda, Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) boksorê Kurd ê li Elmanyayê ji dayik bû Agît Kabayel di sîkleta giran de weke şampiyonê cîhanê ragihand. Kabayel ê 34 salî ji statuya "Şampiyonê cîhanê yê demkî" derbasî Şampiyona Cîhanê bû.
Kabayel anî ziman ku xeyala wî ya bi salan pêk hat û got, "Ez bûm yekemîn şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran ê Kurd di dîrokê de û piştî nêzî 100 salî bûm şampiyonê Elman ê ev unwan bi dest xist. Hestên xwe nikarim bi gotinan vebêjim."
Agît Kabayel di 23'ê Îlona 1992'an de li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê ji dayik bû. Malbata Kabayel ji navçeya Bazarcix a Mereşî koçî Elmanyayê kiribû.