YPJ: Em ê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin

YPJ'ê fermandar Zozan Denîz bi daxuyaniyekê bi bîr anî û destnîşan kir ku wê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zozan Denîz têkildarî şehadeta fermandar Zozan Denîz daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Jin di her kêliya dîrokê de bi rola xwe ya pêşengtiyê rabûne û bûne remza jiyana azad. Ji bo nasnameyek azad her têkoşiyane û bûne xwedî kedeke bê hempa. Hevrêya me Zozan Deniz jî di têkoşîna xwe ye 31 salan de bi biryardariya avakirina welatekî azad, di rêya şoreşa azadiya gelan de bê dudilî têkoşiya.

Hevrêya me Zozan Deniz ku ev demek bû bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşiya, piştî demek dirêj tevî hemû hewldanan jî hevrêya me di 24’ê Hezîrana 2026’an li nexweşxaneya ku dihate derman kirin tevlî karwanên nemiran bû. Em di serî de ji malbata hevrêya xwe ya hêja û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêya me Zozan Deniz di sala 1995’an de berê xwe dide nava refên Têkoşîna Azadiyê Kurdistanê û dibe dildara jiyana azad. Di rastiya felsefeya Rêber Apo  û xeta Jina Azad de xwe kûr kir û bû xwedî ezmûnên gelek mezin. Armancên wê bi qasî doza azadiyê hêja û mezin bû. Di jiyanê de xwedî kesayetek dilnizim, fedekar û bi coş bû. Bi rûkenî û germahiya dilê xwe ji hevrêyên xwe re dibû cihê moralê. Di şerê xwe yê ji bo jiyana azad de bû sembola felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’. Di kesayeta hevrêya me de felsefeya ‘Xwebûn’ şênber bibû.

Fermandar Zozan Denîz li çiyayên Kurdistanê salên dirêj ji bo bi destxistina mafê gelên bindest tekoşîn kir. Hemû qadên Kurdistanê ji bo xwe cih û warê tekoşînê dît, bi rihê yekitîya neteweyî di oxira bidestxistina mafên jin û gelan de, di eniyên pêş de şerê birdozî û çekdarî da meşandin. Têkoşer û şoreşgera pêşeng Zozan Deniz di nava Şoreşa Jinan a Rojava da jî bû xwedî kedeke qedir bilind. Bi saya jinên çiyayî yên weke fermandar Zozan, Şoreşa Rojava bû hêviya pêşeroja gelan. Fermandar Zozan di destpêka Şoreşa Rojava, berê xwe da nava şoreşê û li dijî taritiya DAIŞ’ê şerê ronahiyê da meşandin û di gelek hemleyan de wek fermandareke jin cihê xwe girt û bi têkoşîna xwe ya bê hempa derbên giran li dijmin xist. Di mercên herî giran ên Rojava de, bi vîneke ku sînoran nas nake, bû mînaka herî zelal a 'Milîtaniya Apoyî'. Bi azweriyeke mezin weke ronahiyekê herikî û bû xwedî nasnameya jiyana azad.

Weke YPJ di şexsê Fermandar  Zozan de em soz didin hemû şehîdên şoreşa azadiya jin ku em ê  xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin. Em cardin ji malbata hêja û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em ê tu caran ji armancên xwe yên pêşerojeke azad gav paş de neavêjin.Heya ku em bigêhêjin Rêbertiyek azad û jiyanek azad, em ê bêrawestan têbikoşin. Em dilsoz û sozdarên  mîrateya azadiya tevahî jinan in."