Kovara Jineolojiyê bi mijara "Tundî û Berxwedanê" hejmara xwe ya nû weşand. Di hejmara nû de koka dîrokî ya tundiya li hemberî jinê, şêweyê tundiyê yê vê serdemê û têkoşîna li hemberî tundiyê hate nirxandin.
Di kovarê de cih ji herikîna dîrokî ya tundiyê û rêbazên têkoşînê re hate dayin. Her wiha ne tenê tundî hate teşhîskirin, her wiha rê û rêbazên çareseriyê jî hatin destnîşankirin.
Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz li ser hejmara nû nirxandin kir û ragihand ku tundî divê ne weke pirsgirêkeke heyî, her wiha weke mijareke dîrokî û sîstematîk bê nirxandin.
'HETA KU KOKA WÊ YA DÎROKÎ NEYÊ FÊHMKIRIN, ÇARESERÎ NIKARE BÊ AFIRANDIN'
Rojda Yildiz anî ziman ku tundî yek ji bûyerên herî kevn ên dîrokê ye û got, "Lêkolînên hatin kirin radixe pêş çavan ku tundiya rêxistinbûyî destpêkê li hemberî avaniyên civakî yên li dora jinê hate kirin. Ev pêvajoya li dijî nirxên civakî yên li ser esasê eslê dayikê, bi şêweyên cuda hatibe meşandin jî bi hezaran sal in dewam dike. Di heman demê de bi bêzayendîkirina tundiyê re serweriya mêr tê nixumandin."
Rojda Yildiz destnîşan kir ku di serdema heyî de tundî nabe ku tenê li ser bûyerên şexsî yan jî pirsgirêkên derûnî bê vegotin û got, heta ku koka dîrokî ya tundiya li hemberî jinê, armanc û rêbazên wê neyên fêhmkirin wê çareserî jî nikare bê afirandin.
'HATE XWESTIN KU TUNDÎ LI NAVA CIVAKÊ JI RÊZÊ BÊ NÎŞANDAN'
Rojda Yildiz ragihand ku wan di dosyaya kovarê de giranî dan ser pirsên li ser şêwazê asayîkirina tundiyê û jinûve afirandina wê ya li nava jiyana civakî û got, lawazkirina mekanîzmayên xweparastinê yên jinê û afirandina rizaya civakî yek ji sernavên bingehîn ên nîqaşê ne.
Rojda Yildiz anî ziman ku di dosyaya amadekirî de wan hewl dan koka dîrokî ya tundiyê û bandora wê ya civakî fêhm bikin û got, "Di salên dûr ûdirêj de tundiya fîzîkî ya li hemberî jinê asayî hate nîşandan. Dema ku tundî li we hate kirin, dihate xwestin ku hûn vê ispat bikin, ji bo vê jî li ser bedena we divê şopê vê bihata dîtin. Ev rewş nîşan dide ku tundî çiqasî bi kûrahî civakî bûye."
Rojda Yildiz diyar kir ku di serdema heyî de li her qada jiyanê tundî tê afirandin û got, "Tundî li televîzyonan, li sîstema perwerdeyê, li saziyan û êdî bi rêya telefonên destan derdikeve pêşiya me. Tundiya ku medya dîjîtal diafirîne hîn bêhtir tê dîtin û paşerojê dikare bibe sedema krîzên hîn cidî yên civakî.
Armanc ne tenê tinekirina tundiyê ye; di heman demê e avakirina şêweyên jiyanê, sazî û têkiliyên dûrî ji tundiyê, ku jiyaneke cuda bê afirandin."
'DI HEJMARA KOVARÊ DE NE TENÊ HATE TEŞHÎSKIRIN, HER WIHA RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ JÎ HATE DESTNÎŞANKIRIN'
Rojda Yildiz ragihand ku di hejmara dawî ya kovarê de wan cihekî berfireh dan tecrûbeyên têkoşînê û çareseriyê û got, "Me tecrûbeyên têkoşîna li dijî tundiyê ya li Kurdistanê danîn holê. Tecrûbeya Jinwr a li Rojava ketiye meriyetê yek ji mînakên herî hîndekar a vê yekê ye. Me ew model nirxand ku jin li stargehan neyên asêkirin, qadên jiyanê yên azad dikarin ibafirînin. Her wiha me cih da tecrûbeyên têkoşînê û xweparastinê yên li Latîn Emerîkayê. Bi vê hejmarê re me hewl da ku tundiyê bi kûrahî fêhm bikin, sedemên wê nîqaş bikin û di heman demê de rêyên çareseriyê raxin pêş çavan."