Abbas Arakçî li Bexdayê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li Bexdayê ye. Arakçî wê di nava rojê de bi rayedarên Iraqî re hin hevdîtinan bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ji bo danûstandinên fermî gihîşt paytexta Iraq Bexdayê.

Arakçî wê di nava rojê de bi rayedarên Iraqî re li ser xurtkirina têkiliyên navbera herdu welatan û bûyerên herêmî hevdîtinan bike.

Ev serdan piştî îmzekirina jihevtêgihiştina navbera Îran û Amerîkayê pêk tê, her wiha hikûmeta Iraqê dest bi kampanya kontrolkirina çekên komên çekdar bi taybetî jî komên nêzî Îranê kiriye. Ev yek jî wek şikandina baskên Îranê û nehiştina bandora Îranê ya li ser Iraqê tê şîrovekirin.