Mamosteyê teqawid ê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Mîmar Sînan Guzel û nivîskarê rojnameya BirGun Prof. Dr. Şukru Aslan di qadên koç, etnîsîte û sosyolojiya nasnameyê de, bi taybetî jî bi xebatên xwe yên derbarê Kurdan û Elewiyan tê naskirin.
Şukru Aslan ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ di çarçoveya sê faktoran de nirxand.
Aslan got, “Ya yekem, ji ber pêvajoyên berê bi ser neketin, ev pêvajo hinekî bi tedbîr dewam dike. Ya duyem, ji ber ku daxwaza çareseriyê ji serokê MHP’ê hat, vê yekê hem sekneke bi tedbir hem jî di hin beşan de hêvî çêkir. Ya sêyem, di aliyê sosyolojik de ji bo aştiyê xwestek û bendewariya civakî ya kolektîf heye. Lewma niha Tirkiye li ciheke welê ye ku rewşa bêbaweriyê û lêgerîna aştiyê, bi hev re ne.”
‘DIVÊ MESELEYA KURD, WEKE MESELEYA AŞTIYÊ WERE NIRXANDIN’
Şukru Aslan diyar kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê beriya her tiştî meseleya Kurd rast were nirxandin. Aslan rexne kir ku mesele li ser pênaseya “teror” tê nirxandin û got, “Divê ev weke meseleya ‘terorê’ na, weke meseleya aştiyê were nirxandin û bi vî rengî divê aştî were avakirin. Rêya avakirina aştiyê jî ew e ku daxwazên aliyan bên muzakerekirin û çareserkirin.”
Aslan bi bîr xist ku tevgera siyasî ya Kurd daxwaz dike ku nasnameya Kurd weke qanûnî were naskirin û got, “Naskirina gelekî û mafên mirovan ên civakekî, tê wê wateyê ku ew gel yan jî civak weke aktorê esil, xwediyê welêt û dewletê were dîtin. Siyasî, civakî, çandî û aborî her çi were kirin, divê bi hev re were kirin. Aştî ev e.”
‘EGER HEVRÛBÛN ÇÊNEBE, AŞTÎ ÇAWA DIBE?’
Şukru Aslan bi bîr xist ku ji dema avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve rayedarên dewletê di bin navê “tepisandina serhildanê” de canê bi sed hezaran mirovan standiye. Aslan diyar kir ku ev qetlîam di belgeyên dewletê de bi eşkere hene û wiha pêde çû:
“Pirtûkeke bi navê ‘Di Komara Tirkiyeyê De Serhildan’ a ji sala 1972’yan, heye. Di vê pirtûkê de serhildana yekem, li Colemêrgê ye, Serhildana Nasturî ya 1924’an. Bûyerên ku canê bi dehan, sedan û hezaran mirovan distîne, hene. Mesele Komkujiya Dersimê… Li gorî qeydên dewletê, navbera salên 1935-1940’an li Dersimê nêzî 20 hezar nifûs kêm bûye. Gelo nifûsa bajarekî çawa kêm dibe? Bi qirkirinê kêm dibe.
Gelo eger hûn bi vê qirkirinê re hevrû nebin, eger hûn nebêjin ev nifûs ji ber sûcê qirkirinê kêm bû û ji bo vê yekê hûn lêborîn nexwazin, hûn ê çawa bi zarok û neviyên wê civakê re di nava aştiyê de bijîn? Aştî hevrûbûneke bi kok divê. Helbet wê gavên vê pêvajoya aştiyê hebin. Di nava demek kurt de weke gava yekem, girtiyên siyasî divên bên berdan û di qada ziman, ol û baweriyê de hin sererastkirinên nû yên qanûnî dikarin bên kirin. Lê weke demdirêj, gelek kar hene divê bên kirin. Di her rewşê de ji bo aştiyeke baş du pêdivî hene: Ya yekem, tespîtkirina rewşê û avakirina zimanekî nû. Ya duyem, hevrûbûn. Ji bo vê jî divê maliyetên civakî û sosyolojik ên berê û demên cuda, bên eşkerekirin.”
Aslan anî ziman ku ji bo eşkerekirina maliyeta sosyolojik a berê, divê mirov weke dem li polîtîkayên dewletê binere û diyar kir ku navbera polîtîkayên sala 1924 û 1950’an yan jî navbera 1950 û 1980’an ferq hene. Aslan bi bîr xist ku navbera polîtîkayên Tirkiyeyê yên sala 2008, 2009, 2010, 2011 û 2012’an û polîtîkayên roja îro jî, ferq hene.
‘JI BO VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK A KOMARÊ, DIVÊ QANÛNA JI BO NASNAME Û BAWERIYAN WERE MÎSOGERKIRIN’
Şukru Aslan destnîşan kir ku ji bo veguherîna demokratîk a komarê, divê qanûna ji bo nasname û baweriyan were mîsogerkirin û bilêv kir ku ev jî tenê bi gotina ‘em hemû xwişk-bira ne’ nabe, bi mîsogeriya zagona bingehîn dibe.
Şukru Aslan got, “Divê daxwaza hemwelatiya wekhev, azadiyên ziman û baweriyê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên têkildarî qadên ol û ziman, bikevin zagona bingehîn. Ji bo vê divê beşên cuda yên civakî; Çerkes, Arnavut, Boşnak, Pomak, Laz, Ermenî û Rûm tevlî pêvajoyê bibin û daxilî qada daxwazê bibin. Ji ber ku pirsgirêkan hemûyan ev e. Ji bo van hemûyan, divê ewilî aştî were avakirin.”