Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, rola rêveberiyên xwecihî yên di vê pêvajoyê de, bendewariyên demokratîkbûnê û bandora civakî û siyasî yên lêgerînên çareseriyê ji ANF'ê re nirxand.
Zeydan anî ziman ku demokrasiya xwecihî yek ji qonaxên herî girîng ên azadiya xurt e û got, "Divê qada xwecihî azad be, demokratîk be, tevlîkar be û pirreng be. Di vir de divê gel xwedî gotinê be. Pêvajoya ku Birêz Ocalan da destpêkirin, belê ji aliyekî ve pêvajoya xwegihandina li aştiyê ye. Di xwegihandina aştiyê de divê azadî jî, demokrasî jî, tevlîkarî jî bê pêşvebirin. Lewma lêgerîneke civakî, lêgerîneke gelparêz û lêgerîneke komînal divê bikeve dewrê. Di vir de jî divê rêveberiyên xwecihî yên xurt hebe, demokrasiya xxwecihî hebe.
Yanî heta ku qada xwecihî demokratîk nebe, azad nebe, hingî qada giştî jî azad nabe. Ji ber vê jî Birêz Ocalan dibêje civaka demokratîk. Eger em civaka demokratîk ava bikin, em ê bi vê wesîleyê komara demokratîk jî ava bikin. Yanî em ê dewletê jî ji vî alî ve demokratîk bikin. Lewma rol û mîsyona rêveberiyên xwecihî dîrokî ye. Ya rast, yek ji rêveberên herî girîng a vê pêvajoye ye ku pêvajoyê bi xwe temam bike.
Li cihekî ku gel tevlî dibe, gelparêz e, gel xwedî biryarê ye, gel hêza rêvebirinê ye, gel di pêvajoyên hesabpirsînê de ye û di pêvajoyên kontrolkirinê de ye, li wir hem qada xwecihî xurt e, demokratîk e, tevlîkar û pirreng e, hem jî ev tevlîkarî û lêgerîna azadiyê welêt xurt dike."
Zeydan Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê bi bîr xist û anî ziman ku di konferansê de pêvajoyeke biryardariyê derkete holê û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariya şaredariyan diyarker e.
Abdullah Zeydan got, "Bi taybetî di avakirina vê pêvajoya demokratîk de, di pêvajoya avakirina jiyana kolektîf û komînal de berpirsyariya rêveberiyên xwecihî hîn mezin e. Şaredarî bi taybetî di avakirina vê jiyana komînal de xwedî berpirsyariya herî mezin e. Bêguman avakirina jiyana komînal ne tenê karê şaredariyan e. Ev yek bi rengekî topyekÛn wê ji aliyê avaniyên me yên partiyê, saziyên me, rêxistinên pîşeyî, jin, ciwan û gel ve bê avakirin. Lê belê di vir de rol û mîsyona herî girîng dikeve ser milê şaredariyan.
Di avakirina jiyana komînal de bi taybetî ji aliyê avakirina kooperatîfkarî, lêgerîna aboriya komînal û tevlîkariya demokratîk ve wezîfeyên mezin li ser milê şaredariyan e. Di vê çarçoveyê de hem ji aliyê teknîkî hem jî ji aliyê manewî ve divê pêşengiyê ji vî karî re bike. Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerê taybet gel bi xizaniyeke mezin re rû bi rû ye. Di heman demê de beşeke mezin a ciwanan bêkar e. Ciwanên bêkar hatine hiştin, cerdevanî, bi sîxurî li wan tê ferzkirin û tê xwestin ku ji xaka wan bê dûrxistin.
Divê ev ciwan jinûve li ser xeta exlaqî û polîtîk bêne bicihkirin, jinûve bêne polîtîkkirin û di heman demê de li ser xaka xwe bêne hiştin û bikevin lêgerîna aboriyeke komînal. Ji ber vê jî divê piştgirî ji kooperatîfan, gundiyan û cotkaran re bê dayin.
Şaredarî xwedî rol û mîsyoneke girîng in ku piştgiriyê bide endezyarên zîreetê, endezyarên endustriyê û bi kadroyên xwe yên teknîkî re tevkariyê li kooperatîfan, cotkaran û gundiyan bike, piştgiriyê bide hilberînê, di mijara makîne û ekîpmanan de karekî kolektîf bimeşîne."
'POLÎTÎKAYA QEYÛM TÊKÇÛNEK E'
Zeydan destwerdana li îradeya gel rexne kir û ji bo bidawîbûna kiryarên qeyûm bang kir. Abdullah Zeydan got, "Îradeya gel rûmeta gel e. Eger hûn rûmeta gelekî, ji ber ku nikarin xwe li nasnameya wî gelî rabigirin bi zorê desteser bikin, ev yek nîşan dide ku di pêvajoyê de hûn samîmî nîne. Lewam di rêveçûna vê pêvajoya qanûnî de bêguman mafê jiyana azad û mafê hêviyê yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Berdana girtiyên siyasî û girtiyên nexweş, vegera mirovên li sirgûnê girîng e. Di heman demê de vekişandina kiryara qeyûm, naskirina hebûna Kurdan di çarçoveya destûra bingehîn de; li gel vê yekê garantiyên qanûnî yên ji bo çand û ziman divê pêk werin.
Di vir de yek ji xalên girîng bêguman meseleya qeyûm e. Yanî di vê mijarê de pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî nîne. Karekî rêveberiyê ye. Dikare di nava saetekê de dest ji vê desteserkariyê berde. Ji ber ku polîtîkayên qeyûm deh sal in dewam dike; hûn jî zanin pêwîstî bi vegotina polîtîkayên qeyûm ên li Kurdistanê nîne. Tam têkçûnek e. Ji bo desthilatdariyê têkçûnek e, ji bo paşeroja welêt têkçûnek e."
Abdullah Zeydan destnîşan kir ku kiryara qeyûm divê tavilê li gorî ruhê vê pêvajoyê bi dawî bibe û erk jinûve radestî gel bê kirin.