ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
DEM Partî wê li Amed û Stenbolê Mîtîngên Azadiyê lidar bixe.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin Abdullah Zeydan anî ziman ku demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye û got, divê dawî li kiryara qeyûm bê anîn.
Prof. Dr. Şukru Aslan ragihand ku rewşa bêbaweriyê ya pêvajoyê û lêgerîna aştiyê gihîştine hev û got, "Ji bo aştiyê pêwîstî bi tespîta maliyeta civakî û rûbirûbûneke bingehînî heye."
Ji beşdarên 'Karawana Dayikan' Beate Schwarzkopf got, "Divê em fikrê aştiyê bikin navenda jiyana xwe."
Şervanê Ereb Delîl Şedadê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Zîlan bi çalakiya xwe hêza jin a azad nîşanî tevahiya cîhanê da.
Kovara Jineolojiyê bi mijara "Tundî û Berxwedanê" derket û bal kişand ser kokên tundiyê. Ji desteya weşanê Rojda Yildiz got, "Bi vê hejmarê re me xwest ku tundiyê bi kûrahî binirxînin, sedemên wê nîqaş bikin û di heman demê de rêyên çareseriyê raxin pêş çavan."